CPT demildest biçe Îmralî

Şemî 8 Hezîran 2024 - 00:14

  • Senator, parlamenter, akademîsyen, parêzer, sendîkavan, nivîskar, rojnamevan û serokên partiyên siyasî jî di nav de bi mohra 61 kesan nameyek ji CPT re hate şandin.

Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê, Sekreterê Yekemîn ê Sosyalîst, gelek parlamenter û senatorên çepgir û hawirdorparêz jî mohra xwe danîn binê nameyê.

Di nameyê de bang li CPT hate kirin ku ji bo kontrolkirina rewşa tenduristiyê û hevdîtina bi Rêber  Abdullah Ocalan re tavilê heyetekê bişîne Îmraliyê û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Tecrîd şêwayekî êşkencê ye

Di metna bangawaziyê de ya bi navê 'Platforma ji bo Abdullah Ocalan' ku ji CPT’ê re hate şandin hate xwestin ku CPT demildest tevbigere û hate gotin,’’Abdullah Ocalan ku ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke nûnerê siyasî yê rewa tê dîtin, 36 meh in ji aliyê dewleta Tirk ve li girtîgeha girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê hiştin. Ji ber vê tecrîda li derveyî qanûn û mirovahiyê, Birêz Ocalan ji hevdîtina bi malbatê û parêzeran û têkiliya bi derve re bêpar dihêle û di pratîkê de tê wateya windakirinê. Ev yek bi rengekî şênber şêweyekî êşkenceyê ye.’’

Dewleta Tirk mecbûr e rê veke

Di metne de ji CPT’yê tê xwestin ku bi lezgînî tevbvigere, berpirsyariya CPT heye ku ekîba pirsporê bişînin Imraliyê û hate gotin,’’Dewleta Tirk mecbûr e ku bêsînor rê bide we. Derfeta we heye ku hûn biçin girtîgeha ku birêz Ocalan lê girtî ye û bi serbestî têkilî pê re deynin. Divê destûr bê dayîn ku hûn bi wî re hevdîtinê pêk bînin.’’

Bi Ocalan re hevdîtinê bikin

Her wiha hate gotin,’’Birêz Ocalan, hemwelatiyê dewleteke endamê Konseya Ewropayê ye ku bîst û pênc sal in ji mafên xwe yên bingehîn ên mirovî û bi taybetî jî sê sal in ji mafê hevdîtina parêzeran an jî malbatê bêpar hatiye hiştin.

Em daxwaz dikin ku demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û der barê tenduristiya wî de agahiyê bigirin. Divê hûn zextê li Tirkiyeyê bikin da ku dawî li astengkirina hevdîtina Birêz Ocalan a bi malbat û parêzeran bîne.’’

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.