CPT cotstandartiyê dike

Pêncşem 1 Tebax 2024 - 02:25

  • Siyasetmedarên diyar kirin CPT her çendî weke saziyeke bi serê xwe tevdigere xuya bike jî girêdayî berjewendiya dewletên Ewropayê tevdigere, dewletên Ewropî teslîmî polîtîkaya şantaja penaberan a Tirkiyê dibin û naxwazin pirsa Kurd çareser bibe.

Siyasetmedaran, destnîşan kirin ku Komîsyona Mafên Mirovan û CPT di mijara RêberAbdullah Ocalan de bi adilane tevnagere û gotin, “Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî mafên bingehîn ên mirovî binpê dikin.”

Li dijî daxuyaniyên ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) yên têkildarê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, gelek çalakvan, parêzvanên mafên mirovan û rêxistin nerazîbûn nîşan dan.

Parêzerên Buroya Hiqûqî ya El-Qirin, diyar kirin Komîsyona Mafên Mirovan a Ewropayê di mijara Abdullah Ocalan de bi adilane tavnagere û mafên wî yên mirovî tên binpêkirin. Siyasetmedarê Misirê yê serbixwe Ramî Zohdî û Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Mûrad derbarê mijarê axivîn.

Ewropî naxwazin pirsa Kurd çareser bibe

Ramî Zohdî, destnîşan kir ku Ewropa li hemberî doza Rêberê Abdullah Ocalan xwedî pîvanên dualî ne û got, “Ji ber mijareke ku berjewendiyên navneteweyî eleqedar dike heye. Welatên Yekîtiya Ewropa dezgehên navdewletî û Ewropayê bikar tînin. Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî. Ev jî nîşan dide ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT), her çend xwe weke saziyeke serbixwe pênase bike jî, bi helwesta Ewropayê ya du standardan ve girêdayî ye. Ev yek jî binpêkirina mafê mirovan e û ne adîl e. Gelek welatên Ewropa naxwazin pirsgirêka gelê Kurd çareser bibe. Ji bo vê jî li hemberî vê rewşê bêdengiya xwe diparêzin.”

Tirkiye bi penaberan şantajê dike

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Mûrad, jî anî ziman ku dîrokê ji gelê Kurd re reftarên welatên Ewropayê û helwesta wan a li dijî pirsgirêka Kurd îspat kiriye. Mûrad, diyar kir ku di vê pêvajoyê de li dijî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn du standard tê pêkanîn û ev tişt got, “Bi taybetî jî di muzakereyên li gel Tirkiyeyê de ev yek derdikeve holê. Penaberan ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin û li ser wan siyasetê dikin. Bi mîlyonan penaber hene. Tirkiye li dijî Yekîtiya Ewropayê vê karta penaberan bikar tîne. Şantajê dike û wan neçar dike ku çavên xwe ji hemû binpêkirinên ku Tirkiyeyê pêk tîne re, bigire.”

ANF/SEYÎD MISTEFA/QAHIRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.