• Buroya Hiqûqê ya Sedsalê got, rapora CPT´yê têrê nake û di serî de CPT bang li saziyên mafê mirovan ên navneteweyî kir da ku ji bo bidawîkirina Sîstema Êşkencê ya Îmraliyê hîn bêhtir bikevin nava hewldanan û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriyê Rêber Apo dike têkildarî rapora CPT daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de Buro bi bîr dixe ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) têkildarî serdanên xwe yên navbera salên 2017 û 2019'an ên li girtîgehên Tirkiyeyê raporek weşandiye. Yek ji girtîgehên ku di navbera 6-17'ê Gulana 2019'an de serdana wan kir Girtîgeha Îmraliyê bû.
Di daxuyaniyê de îfadeyên di raporê de weke îfadeyên wêrek û girîng hatine destnîşankirin û tê gotin, "Rapor di mijara gelek pêkanînan de daneyên cidî pêşkêş dike. Weke ku tê zanîn Girtîgeha Îmraliyê bi sîstemeke taybet û bi ewlekariya bilind tê birêvebirin. Ev sîstema ku li Tirkiyeyê yekem car li Îmraliyê bi cih hate anîn û niha veguheriye sîstemeke ceza ya giştî, weke Rejîma Bicihanîna Ceza ya Girankirî tê binavkirin. Ji xwe Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî serlêdana li ser Îmraliyê hate kirin weke binpêkirina qedexeya êşkenceyê pênase kir. CPT ku di raporên xwe yên beriya niha de xwestibû ku dest ji vê rejîmê bê berdan û bê revîzekirin, heman daxwaz di vê rapora dawî de jî anî ziman.

Tecrîd di nava tecrîdê de

Di daxuyaniyê de li ser hevdîtinan jî agahî hene û tê gotin: "Yek ji aliyên balkêş ên rapora vê dawiyê ya CPT ew e; astengkirina hevdîtinên parêzeran ku sala 2011'an dest pê kir û astengkirina hevdîtinên malbatê yên ji sala 2014'an ve zêde bûn, eşkere bû ku bûye mijareke diyalog û nîqaşê ya navbera CPT û hikumeta Tirkiyeyê. CPT bal kişand ser birîna têkiliya bi derve re ya ji 15'ê Tîrmeha 2016'an a bi Rewşa Awarte re û ev yek weke 'tecrîda' di nava girtîbûnê de pênase kir. Her wiha tevî ku Rewşa Awarte sala 2018'an hate rakirin, redkirina serlêdanên ji bo hevdîtinan weke rewşeke cihê û bi fikar nirxand.

Guh nadin huqûqê

Buro dîsa bi bîr dixe ku di Gulana 2019'an de serdan çêbûye, û îşaret bi grevên birçîbûnê yên wê demê dike, û tê gotin, "Wezareta Edaletê wê demê bi daxuyaniyekê ragihand ku qedexe li ser hevdîtinê nîne û piştre hevdîtina parêzeran a ji sala 2011'an ve dihate astengkirin, dest pê kir. Ev hevdîtin jî di mehên Gulan, Hezîran û Tebaxê de hatin kirin, lê ji Tebaxa 2019'an ve tevî ku biryareke qanûnî nîne, hevdîtinên parêzeran tê astengkirin. CPT bal kişand ser pêwîstiya dewamkirina bi rêk û pêk a hevdîtinan û li ser hejmara hevdîtinên malbatê û parêzeran ên li Îmraliyê ji hikumetê agahiyên mehane xwest, ku ev yek girîng e."

Rapor girîng e

Di dawiyê de li ser erka CPT jî weha tê gotin: "CPT 21 sal in her carê qala Rejîma Înfazê ya Girankirî û kirinên wê yên bêhiqûqî dike, lê mixabin tenê rica û libergerînê weke çareseriyê dibîne. Bêguman CPT ku erka xwe heye li Îmraliyê kontrolê bike û yek ji saziyên bi bandor ên li qada navneteweyî ye, serdan û rapora wê gelekî girîng e. Û vê serdanê bi zimanekî dîplomatîk jî be careke din destnîşan kiriye ku Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê bi rejîma êşkenceyê tê birêvebirin. Lê mixabin di rewşa heyî de tenê serdan û rapor têrê nake. Bêhiqûqî û kêfiyet roj bi roj bi sazî dibe, mayinde dibe. Ji ber vê yekê di serî de CPT em bang li saziyên mafê mirovan ên navneteweyî dikin, ku ji bo bidawîkirina Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê hîn bêhtir bikevin nava hewldanan û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."
ANF/STENBOL