CPT bêyî destûra Tirk newêre biaxive!
În 19 Nîsan 2024 - 00:23
- Parlamenter Ocalan û Parêzer Ozgur Faîk Erol bi rayedarên CPT’yê re hev dîtin. Di hevdîtinê de Rayedarên CPT’yê gotin, ew bêyî destûr dewleta Tirk nikarin rapora serdanên xwe par ve bikin.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan û Parêzer Ozgur Faîk Erol li Strasboûrgê bi rayedarên CPT'ê re hevdîtin pêk anîn û derheqê hevdîtinê de agahî parve kirin.
Li hêviya destûra Tirkiyê ne
Omer Ocalanî destnîşan kir, wan têkildarî mijara tecrîd û kiryarên neqanûnî yên li ser Rêber Abdullah Ocalan, agahî bi rayedarên CPT’yê re par ve kirine û anî ziman ku rayedarên CPT’yê jî li ser vê yekê ji wan re gotine bêyî destûra welatên endam ew nikarin raporên seredanên xwe bi raya giştî re parve bikin.
Omer Ocalanî got ku wan ji rayedarên CPT’ê re bi bîr xistiye ku rewşa Rêber Ocalan ji bo gelê Kurd û pirsgirêka Kurd gelekî girîng e û diyar kir ku wan ji CPT’yê daxwaz kiriye ku di vê mijarê de hesas bin û zextê li Tirkiyeyê bikin.
Divê CPT xwedî mîsyon be
Ozgur Faîk Erol jî ê ku di hevdîtina li gel Serokê Giştî yê CPT’ê û rayedarên din de cih girtî anî ziman dema ku şert û mercên li Îmraliyê hatin berçavkirin hewce ye CPT bibe xwedî mîsyoneke pêxîmker ku CPT ev 25 sal in vê girtîgehê kontrol dike.
CPT rê li tecrîdê vedike
Ozgur Faîk Erolî destnîşan kir ku helwesta CPT’yê ya heyî di polîtîkayên tecrîdê de rê li ber Tirkiyeyê vedike û anî ziman ku wan têkildarî vê yekê rexneyên xwe yên ji CPT’ê re anîne ziman û got: ‘’ Hewce ye helwesteke ku fikarên Birêz Ocalan û gelê Kurd ê ku rewşa Abdullah Ocalan dişopîne, ji holê rake, were nîşandan.Ji bo vê yekê jî çi ji destê me were, hewce ye em bikin.’’
ANF/STRASBOURG