CPJ: Gotinên hikûmeta Başûr pûç in
Şemî 8 Gulan 2021 - 06:26
Tevî hemû nerazîbûnan, Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê rojnamevanên Behdînanê erê kir. Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) peyamek da û got; “Girêdana Hikûmeta Herêmê ya bi azadiya rojnamevaniyê ve, tenê gotinên pûç in.”
Dadgeha Ceza ya Hewlêrê 16’ê Sibata 2021’ê li Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm her yekî 6 sal cezayê hepsê birrî. Piştî biryarê, hikumxwaran doz bire ber Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê. Dadgehê Temyîzê pêr biyara xwe da û cezayê li rojnamevan û çalakgerên sivîl erê kir. Nerazîbûna li hemberî erêkirina ceza her ku diçe li meydana navneteweyî jî zêde dibe.
CPJ li ser erêkirina ceza, got; “Girêdana we ya bi azadiya rojnamevaniyê re, tenê gotinên pûç in.” CPJ li ser malpera xwe û hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî belav kir û got; “Hikûmeta Herêmê nîşan da ku girêdana wê ya bi azadiya rojnamevanan re, tenê gotinên pûç in. Pêwîst e desthilatdarên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê, bi lez Şêrwanî û Zêbarî berdin. Divê sucên li ser wan hatine sepandin, werin betalkirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN