CPJ: Divê rojnamevan Qehreman azad bibe

Çarşem 30 Hezîran 2021 - 03:59

Nûnerê Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, ragihand ku divê Hikûmeta Herêmê demekê ji ya din zûtir rojnamevan Qehreman Şukrî azad bike. CPJ’ê da zanîn ku divê hikûmet dev ji cezakirina rojnamevanan berde. CPJ saziyeke sîvîl e ku navenda vê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye û neheqî û binpêkirina mafên mirovan a li dijî rojnamevanan dişopîne û li cîhanê belav dike.  

Ji wê demê de di bin çavan de ye

Di 27’ê Çileyê 2021’ê de hêzeke çekdar li Komelgeha Sîrê ya ser bi Dihokê bi ser mala Rojnamevan Qehreman Şukrî de girt. Çekdarên PDK’ê kel û pelên di nava malê de tevlîhev kirin, li hemberî malbatê gotinên nexweş jî kirin û Qehreman kirin nezaretê. Ji wê demê ve di bin çavan de ye.

Birayê Qehreman Şukrî, Zêrevan Şukrî ragihand ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dadgeheke veşartî û bêyî amadebûna parêzer 7 sal cezayê hepsê li Qehreman Şukrî birriye. Nerazîbûna li hemberî cezakirina rojnamevanan roj bi roj zêde dibe.

Nûnerê CPJ´ê yê Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur, Ignacio Miguel Delgado li ser malpera xwe ya taybet derbarê cezayê li Qehreman Şukrî birrî de, peyamek belav kir.

Ignacio Miguel di peyama xwe de got, desthilatdarên Kurd li Bakurê Iraqê, ji bo cezakirina rojnamevanan kirinên metirsîdar dikin. Ignacio Miguel dibêje; “Divê Hikûmeta Herêmê bê şert û merc wênekêş û rojnamevan Qehreman Şukrî azad bike û cezayên hatine birrîn li ser rake. Dev ji cezakirina rojnamevanan berdin. Di 24´ê Hezîranê de dayîka Qehreman Şukrî serdana wî dike û Şukrî ji dayîka xwe re dibêje, li dadgeheke veşartî û bêyî amadebûna parêzer, 7 sal cezayê hepsê lê hatiye birrîn.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.