CPJ: Artêşa Iraqê rojnamevan girtin

Pêncşem 28 Nîsan 2022 - 22:30

  • Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bi daxuyaniyekê da zanîn ku hêzên Iraqê li Şengalê du rojnamevanên biyanî girtine û ew kirine nezaretê. 

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bi daxuyaniyekê da zanîn ku hêzên Iraqê li Şengalê du rojnamevanên biyanî girtine û ew kirine nezaretê.

CPJ da zanîn ku rojnamevan 22´yê Nîsanê birine Bexdayê, lê aqûbeta wan nediyar e. CPJ ji rayedarên iraqê xwest ku nûçegihan Matej Kavçiç ê Sloven tavilê berde. 

Artêşa Iraqê 20 Nîsanê nûçegihanê Sloven Matej Kavçiç û rojnamevana Elman Marlene Forster kiribûn nezaretê û her du ji bo îfadegirtinê 22´yê Nîsanê veguheztibûn Bexdayê.

CPJ´yê da zanîn ku rayedarên Iraqê di dema kirina nezaretê ya Matej Kavçiç de telefona wî jî desteser kirine. Rayedarên Iraqê îdîa dikin ku Matej Kavçiç û Marlene Forster ne rojnamevan in û xwe weke rojnamevan nîşan didin. Rayedarên Iraqê her du rojnamevan bi hevkariya bi PKK´ê re sûcdar kirine. 

Dayika Marlene Forster pêr gotibû, heta niha hîna ti sûc li dijî wê nehatiye îfadekirin. 

Kordînatorê rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê yê CPJ´yê Sherif Mansour got, “Rayedarên Iraqê lazim e nûçegihanê Sloven tavilê berdin û dev ji tohmetan jî berde, lazim e ew ragihandina azad misoger bikin.”

Kanala Rodyoyê ya Sloven a bi navê Radio Študent jî bi daxuyaniyekê xwest Kavçiç were berdan, Kavçiç ji Şengalê carinan ji bo wan jî nûçe hazir kirin. 

CPJ´yê derbarê mijarê de peywendî li gel wezareta karên derve, ya parastinê û ya ragihandinê ya Iraqê re jî danî û xwest Matej Kavçiç bê berdan.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.