Cotepeyv nebin ziman stewr e

Nûçeyên Çand/Huner

În 17 Kanûn 2021 - 22:00

  • Nîmet Yilmaz: Pirralîbûneke di nava hengama rastiya vê jiyan û têkoşînê de. Lê zoreke xweş e. Ya ku wê xweş dike kolektîfî û parvekirin e. Heger ev ling nebin pirr zor e. 

AKADEMIYA MAZLÛM DOGAN  / AMED

Nîmet Yilmaz ji sala 1995'an ve di zindanê de ye û ji wê rojê ve li gel berxwedêriyê xebatên wêjeyî û çandî jî didomîne. Li gelek zindanên cuda maye. Di nava van salên dirêj ên dîlî û dilsoziya xwe ya jiyanê de barê amadekariya pirtûka "Mirin jî jiyan jî bi rûmet e" ku du çap kirine daye ser milê xwe. Wî bi Tirkî jî helbest nivîsîne û ev helbestên wî bi navê “Kelebekler yola düştü (Pirpirînkan da rê)” hatine çapkirin. Me jî weke baskekî Akademiya Mazlûm Dogan bi berxwedêr, helbestvan û nivîskar Nîmet Yilmaz re derbarê pirhêliya wî ya di warê hunerî de hevpeyvînek kir. 

Yilmaz, bi helbest û nivîsên xwe “bîrnameyekê” ava dike û nahêle em tiştan ji bîr bikin. Ew dibêje, “Xwîner dikarin bibin kirdeyên çalak.”

Em ji pirtûka "Mirin jî jiyan jî bi rûmet e" dest pê bikin. Ji bo bîranîna Şehît Mahsûm te ev amade kiriye. Pirtûk bi naveroka xwe di forma zêmareke dirêj de ye. Tu jî dizanî şîn tê kirin û diqede. Lê bi pirtûkeke bi vî rengî şîn zindî namîne?

Mane û girîngiya vê xebatê li gorî min ji ber ku armanca wê "jibîrnekirin" e. Rast e; di forma zêmarekê de ye. Li gorî min heta ast û rastekê zêmar û bîrname yek in. Helbet hêl û milên ku ji hev cuda dibin hene. Lê di reseniya vê xebatê de, ez wilo dibînim û dinirxînim. Li gel vê em dikarin wek berhevoka bibîranînan jî binirxînin. Ya girîng helbet ne ev xal e. Li gorî min ya girîng û watedar ew e ku "jibîrnekirinê" bi bîra me dixe. Heger em bala xwe bidin rist û fonksiyona "zêmarê" û "bîrnameyê" em baş têdigihîjin ku "jibîrnekirinê" zindî dike. Lewra nahêle em ji bîr bikin. Li gel vê, ev xebat û bername ji cûr be cûr metnan pêk tê. Tê de helbest, bibîranîn, name, gotûbêj û gotar hene.

Em niha jî behsa helbestê bikin. Heta niha dosyayeke te ya bi Tirkî bi navê "Kelebekler yola düştü" hatiye çapkirin. Lê em dizanin dosyayên te yên ji bo çapê amade yên bi Kurdî jî hene. Lê gelo çima helbest? 

Xebateke min a domdar a helbestê heye, çiqasî serketî ye, ez nizanim. Bi qasî deh dosyayên min ên helbestên Kurdî hene. Yeke bi Tirkî heye. Lê dem û derfetên çapkirinê heta vêga bi dest min neketine. Ji helbestên min, ev berhema navbirî tenê hatiye çapkirin. 

Ez helbestê wek bersiva pêdiviyên hebûnê nabînim. Ji bo ku helbest li gorî min şêwazê herî bi hêz, awayê xwe pêkanînê ye. Heger xwe pêkanîn bersivek ji bo hebûn û pêdiviyên wê be, rast e hingî helbest bersivek e. Ji bo di encamê de her gotin û pênaseyên ji bo helbestê kirdewar e, û ez di wê hizir û hîsê de me ku her pênase her helbestê başebaş pêşwazî nake. Lewra hest û helwêsta her helbestvanî ya di nava aloziya jiyanê de cihê ye û li gorî xwe ye. 

Helbest li gorî min hunerê derbirîna kesên ku di jiyanê de xwe aram û asûde nabînin e. Lewra yên aram nakokiyeke wan, kêşe û gelemşeyeke wan bi ti tiştî re tine ye. Lê ya şair tirs, telaş û şayîşek wî/wê ya civakî heye. Herwiha ya girîngtir jî problemek helbestvan a razînebûnê û qayilnebûnê heye. Qîma xwe zû bi zû bi tiştekî heyî û jixweber nayîne. Loma dipirse û dibêje, dihûne. Belê bi puxteyî dikarim bêjim, helbest bo min şêwazê xwepêkanînê ye. Şêwazê sazkirina peywendiya bi jiyan û hemû bîwarên jiyanê ye. Her dîsa helbest bo min sazkirina hevahengî û hevsengiya herî spehî ya bi der û dor û demê re ye. Wer xuya dike ku helbest vê pêdiviya min pêşwazî û dabir dike. Herî dawî divê amaje pê bikim ku helbest helwêsta hestan a herî dînamîk û guherbar e. 

Bi qasî em jê agahdar in, te ferhengeke cotepeyvan amade kiriye û li ber çapê ye. Ha derket ha ew ê derkeve. Çima ferhengeke cotepeyvan?

Xebateke min ya di vî warî de hebû. Bi encam bû û vêga li ber çapê ye. Karekî dûvdirêj û zehmet bû. Lê hêja ye. Ji pêdiviyê wêdetir, ji ber xem û şayîşa min a derbarê ziman de bû. Bala min ji mêj ve kişand ku cotepeyv hêmaneke zimanê me yê resen e û ziman herikbar û helbestane dike. Lê ji qonaxekê şûn ve, min dît ku di deqan de û di axaftinê de ev lawaz e û heta nîne. Loma min hest pê kir û pêdivî dît ku ev xebat bête kirin û belkî hin zimannasan teşwîqî vê mijarê bike. Bê cotepeyvan zimanê me stewr e; ziwa û kelemkotî ye. Hêvî dikim ev bi kêr bê. Bi taybetî di deq û metnên wêjeyî de ev li ber tinebûnê ye. 

Haya me ji hêla te ya mîzahê jî heye. Te edîtorî û amadekirina kovara "Şûnik"ê jî kiriye û dikî. Çend hejmar çêbûn, Şûnik kovarek çawa ye? 

Dema problema me, xwepêkanîn be, arestebûna mirovî ya li rêbaz û şêwazan jî pir zêde dibe. Li gel vê divê rist û rola behremendî û qabiliyetê jî hebe. Belê, mîzah ew war e ku herî zêde û baş ez dikarim xwe lê îfade bikim, bibim xwedî helwêst; serbestiyeke wê heye. Mîzaha -qerf- Kurd pirr xurt e lê marjînalîze bûye. Di nava gel de xurt e. Ji mêj ve ez bi şanoyê re elaqedar bûm. Hem teorîk hem pratîk. Dîsa karîkatûr jî hêleke vê ye.

Berê, sala 2004’an min nusxeyek kovara "Tew Lolo Tew!" li girtîgehê derxist lê piştgirî nîn bû û ew pêk nehat. Herî dawî kovara Şûnikê li vî warî bi awayekî kolektîf astek û potansiyeleke deranî, lê mixabin bi sînor dimîne.

Di zindanê de ken tiştek ewqasî cidî ye qey ku hûn pêdivî bi qerfê dibînin?

Belê, ken jênegerek mirov e. Şarlo dibêje, "Rojek bê ken rojek winda ye." Di vê mealê de balê dikêşe ser mîzahê. Ken, kana jiyanê ye. Em Kurd di vî warî de gelek afirîner in. Em ji guhanê êş û azarê, xem û kulê ken û kenbarînê didoşin. Lê bes di asta berhemdariyê de em lewaz in. Hê ev bi devkî didome. Lê heta kengê? Şûnik, bi qasî çar hejmaran hat çapkirin. Ez gelekî pêdiviyê bi qerfê dibînim. Heta ji min tê dinivîsim, xêz dikim. Gelek şano, çîrok, karîkatûr û nivîsarên min hene. Lê di tûrikê ber serê min de ne û li benda nirxandinê ne. 

Tevî berxwedan, binbarî û berpirsyariyên berxwedêriyê, ev pirrhêlî zorê li te nake?

Ya rastî, zor e, pirralîbûneke di nava hengama rastiya vê jiyan û têkoşînê de. Lê zoreke xweş e. Ya ku wê xweş dike kolektîfî û parvekirin e. Heger ev ling nebin pirr zor e. 

Niha tu bi çi ve mijûl î? Gotin û pêşniyazeke te ji xwîneran re heye? 

Vêga, di destê min de dosyayeke kurteçîrokan û cerebeyek heye. Bi vê mijûl im û dixwazim di nava çend mehan de bi encam bikim. 

Bi rastî ev hewldana we dikare bibe pirek di navbera me û xwîneran de. Ji bo xwîneran tişta ez bêjim, wek pêşniyaz; Xwîner dikarin bibin kirdeyên çalak ên peywendîdanîn û guftugoya bi nivîskarên di hepsan de. Ji me ji wan navnîşana me sabît û diyar e. Bertek û nirxandinên wan ên di warê berheman de pirr girîng in. Silav ji wan re. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.