Coşa vejînê dewam dike
Duşem 13 Kanûn 2021 - 23:18
- Pîrozbahiyên salvegera 43ʼyan a damezrandina PKKʼê li gelek bajarên Elmanyayê dewam kir. Li Hamburg, Dusseldorf, Koln, Essen û Freiburgê bi vê boneyê şahî hatin lidarxistin.
Pîrozbahiyên salvegera 43ʼyan a damezrandina PKKʼê li gelek bajarên Elmanyayê dewam kir. Li Hamburg, Dusseldorf, Koln, Essen û Freiburgê bi vê boneyê şahî hatin lidarxistin.
HAMBURG: Li vir salvegera damezrandina PKK´ê weke cejna vejînê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahî li hola Phonîx a li taxa Harbûrgê ya Hambûrgê hat lidarxistin. Siyasetvan Mervan Botan got, di têkoşîna azadiya gelê Kurd de PKK kevirê bingehîn e. Piştî axaftinan Hunermend Xemgîn Bîrhat û Koma Siyabend derketin ser dikê. Di merasîmê de her wiha Deza Saî û Salîh Farqînî helbestên xwe xwendin.
DUSSELDORF: Li Dusseldorfê bi sedan Kurdistaniyî cejna vejînê pîroz kir. Hevserokê KON-MED’ê Engîn Sever got, “Tevî êrişên dijmirovî yên bi armanca tinekirina Kurdê Azad, me îdeolojî û vîna Rêber Apo pejirand û bi armanckirina azadiya Rêber Apo û Kurdistanê, em ê li gorî ruhê serdemê xwedî li pêngava “Dem dema azadiyê ye” derkevin.” Piştî axaftinan Lokman Dilwar, Rotînda, Nûarîn, Omer Şerîfî û Şiyar û Dijwar derketin ser dikê.
KOLN: Cejna vejînê li Kolnê bi coş hat pîrozkirin. Pîrozbahî li hola Eorossalê çêbû. Hunermend Beser Şahîn, Seyda Perînçek, Serhedo û Hêvîdar Efrîn derketin ser dikê. Hunermend Beser Şahîn strana bi navê “Çiyayê Me Ceng e” ji bo cara pêşî got.
ESSEN: Li Essenê Kurdan cejna vejînê pîroz kir. Li ser navê Meclisa Gel a Essenê Pîrlî Avesta, nûnerên Partiya Marksîst-Lenînîst a Elmanya (MLPD) û Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut axivîn. Piştre Hunermend Diyar û Zozan hunerê xwe pêşkêş kirin.
FREIBURG: Li bajarê Freiburgê bi sedan kesî cejna vejînê pîroz kir. Hevserokê FEDAʼyê Demîr Çelîk, Hunermend Kawa Urmiye û Zarîfe tevlî pîrozbahiyê bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN