Ev wêne Adara 2020'an hat girtin. Keştiya lêkolînê M/S Explorer xwe gihand ber keviya Çiyayê Qeşayî A-68ayê. Ew beşek ji çiyayê qeşayî A68 e. A-68 muhtemelen çiyayê qeşayî yê di dîrokê de herî baş hatiye belgekirin e. Ev çiyayê qeşayî di Behra Atlantîkê de heliya û çû.
A68 bi xwe jî ji qeşeya mezin a bi navê Larsen C qut bûbû sala 2017'an. Hingê mezinahiya A-68'ê 5 hezar û 800 kîlometroyên bi çarçik bû.
Niha ew li başurê Atlantîkê ye û hewaya germ ew parçe kir, hûr û mûr kir. Herî dawî parçeyê herî mezin ê ji Larsen C'yê qutbûyî, 16'ê Nîsanê bi zor ji 20 kîlemetroyên bi çarcik mezintir bû.
NAVENDA NÛÇEYAN