Çiyayê gendeliyê

Çarşem 4 Mijdar 2020 - 21:00

  • Rayedarên hikûmeta Hewlêrê, li piçekî ji gendelî û nelirêtiyan mikur hatin, ew jî 16 hezar 505 mûçe ne

Komîteya Bilind a Biyometrîk a Hikûmeta Hewlêrê, sêşema bihurî da zanîn ku wê mûçeyên 16 hezar û 505 kesan birrî ne, ji ber ku van kesan mûçeyên "neqanûnî" wergirtine. Ev nûçeya hanê yeke wilo ye ku diviya bibûya sedema ketina hikûmetê bi xwe. Ez napirsim, çawa dibe ev qas mirov bi qaçaxî, neqanûnî mûçe wergirtine? Lê ez dibêjim, çawa hikûmeteke weke ya Başûr ku serjimara deverên li ser hukmê wê heye qederê 5 milyonan e, çawa kariye evqas mûçeyên neqanûnî bide? Çawa?
Gelek pirsên din jî hene. Van kesan ji bo mohleteke çiqasî dirêj ev mûçe wergirtine. Li gorî daxuyaniya Komîteya Bilind a Biyometrîk a Hikûmeta Hewlêrê,106 hezar û 839 kes mûçeyê xizmeta civakî werdigirin. Ev mûçeyên hanê jî ji bo girtiyên siyasî yên berê û xarokên şehêdan e. Ev mûçe li gorî qanûnên Başûr tê dayîn. Komîtê da zanîn ku ji van 16 hezar û 505 ne qanûnî ne.
Komîteyê ji wezareta malî xwestiye ku dayîna van mûçeyan betal bike. Ji bo kesên mûçeyên wan hatine birrîn, wê mafê îtîrazê hebe.
Ev gav di çarçoveya wê plana ku Qubad Talabanî navê wê weke çaksazî ragihandibû. Jixwe çileyê bihurî qanûna vê jî hatibû derxistin. Armanc ew e ku karmendên di rastiyê de kar nakin û mûçe werdigirin, kesên ku du mûçeyên xizmeta civakî werdigirin bên tesbîtkirin û ew mûçe bên betalkirin. Wekî din kêmkirina mûçeyê malnişîniyê ji bo parlamenteran û standardîzekirina mûçeyên malnişîniyê hjî di nava vê qanûnê de hene.

Berpirs kî ne?

Axir heger ji 106 hezar û 839 mûçeyên xizmeta civakî 16 hezar û 505 ne qanûnî ne, gelo ji sedhezaran mûçeyên karmendan çend ne qanûnî ne? Gelo bi sedhezaran mûçeyên pêşmergeyan bi rastî ji pêşmergeyan re diçin? Kî ye berpirsê bi dehhezaran mûçeyên neqanûnî yên tesbîtkirî? Niyeta kesekî heye dozê li wan veke?
Helbet ev pirsên li jor li welatekî din diviyabû bên kirin. Dîsa dadgeriyeke serbixwe jî wê zend û bend vemalîna û li berpirsan bigeriya, doz vekirana. Xelkê jî wê ji hikûmeta berpirs, ku niha jî li ser kar e, hesab bipirsiya. Kê evqas mûçeyên neqanûnî, çawa û çima dan? Kî wê hesab bide vî miletî? Bila pirsên vê nûçeyê bin ji bo miletê Başûrê Kurdistanê.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.