Ciwanên ji bo Ocalan meşiyan

În 5 Nîsan 2024 - 00:27

Ciwanên Êlihê û Rihayê bi meşeke bi fîşekên hewayî, bi dirûşma, ‘’Bijî Serok Apo’’ bûyina Rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Ciwanên ku li navenda Êlihê hatin bahev, bi meşeke ku li dar xistin bûyina Rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di meşê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Her wiha di meşê de fîşekên hewayî jî hatin avêtin.

Piştî ku polîsan êrişî ciwanan kir, demekê gengeşiyek derket. Polîsan bi gaza îsotê, ava şid û fîşekên plastîk êrişî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan.

Li Rihayê jî ciwanan bûyina Rêberê Abdullah Ocalan bi fîşekên hewayî pîroz kir. Ciwanên ku li noxteyên cuda yên bajêr hatin bahev, 4’ê Nîsanê bi fîşekên hewayî û dirûşma “Bijî Serok Apo” pêşwazî kirin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.