Ciwanên Ewropî serlêdan kirin

În 25 Tîrmeh 2025 - 03:32

Endamên Înîsiyatîfa Insisting On Freedom (Em ji bo azadiyê israr dikin) ku ji ciwanên Ewropî pêk tê, ji bo karibin hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin û li Tirkiyeyê tevlî hin çalakiyan bibin hatin Enqereyê. 7 ciwanên endamên înîsiyatîfê bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdaneke nivîskî li Wezareta Edaletê kirin. Di dema serlêdanê de parlamenterên Mûş û Colemêrgê yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sumeyye Boz û Vezîr Parlak jî bi ciwanan re bûn.

Ciwanên ku serlêdan kirine bi vî rengî ne: "Merlin Wendt - Elmanya, Ji Bazên Ciwan ên Sosyalîst (Socialist Youth The Falcons); Mari Chureau - Fransa ji Ji bo Gel a Ekolojiya Civakî (For Social Ecology For People PEPS); Ritchy Thibault - Fransa, ji Ji bo Gel a Ekolojiya Civakî (For Social Ecology For People PEPS; Benni Dragone - Îtalya, çapemenî; Martina - Îtalya, ji Komuna Ciwanan a Enternasyonalîst (Internationalist Youth Commune); Marie - Elmanya, ji Komuna Jin ên Ciwan û Ciwan ên Demokratîk a YUNA; Giosve Vicidomini - Îtalya, Ji Rêxistina Ciwanan a Partiya UGS Sinistra Italiana."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.