Ciwanekî din ê Êzîdî rizgar bû
În 28 Gulan 2021 - 06:00
Ciwanê Êzîdî yê bi navê Erdewan (16) yê ku ji Kampa Holê ji aliyê QSD`ê ve ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin bi alîkariya Mala Êzîdî û Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî li Şengalê pêr êavrê radestî malbata wî hate kirin.
Endama Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî Rîham Hesen der barê xebatên rizgarkirina dîlan de got: “Tevî xemsariya mezin a hikumeta Iraqê, bi alîkariya QSD’ê hêza ku ji fermanê ve alîkariya me dike, bê navber mirovên me ji DAIŞ’ê tên rizgarkirin. Em spasiya QSD’ê dikin. Bi saya têkiliyên tevna me, Mala Êzîdî û QSD’ê em dîlên xwe rizgar dikin û digihînin malbatên wan.”
Rîham wekî din got: “Li şûna ku hikumeta Iraqê bi me re bibe alîkar û tîmên rizgarkirina dîlan ava bike, astengiyan çêdike. Ev 7 sal in gelê me di nava lêgerîneke mezin de ye, ji bo ku dîlên xwe rizgar bike. Lê, cihê lêgerîna gelek kesan şaş e. Diçin li gel wanên ku bûne sedema fermanê. Ev yek şaş e, divê gel şiyar be.”
ŞENGAL