Roja Sêşemê ango 8’ê Tebaxê ciwanê bi navê Ramîn Hesennejad yê xelkê gundê Sîser ê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê ji alyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û ew birin cihekî ne diyar.
Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên rejîmê bêyî ku belgeyeke dadgehê hebe, ciwanê Kurd kirine binçavan. Heta niha jî derbarê aqûbeta Ramîn Hesennejad de ti agahî nehatine bidestxistin.
KURDPA