Di nava 2 heftiyên borî de li Herêma Kurdistanê gel rabû ser xwe û li dijî gendelî, rewşa xirab ya herêmê daketin qadan. Di encama gulereşandina asayîşê de 10 kes hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûbûn. Yek ji birîndarên li Seyîdsadiqê Akar Cebar tevî hemû mûdaxeleyan jiyana xwe jidest da.
Xelkê navçeya Seyîdsadiq jî weke herêmên din yên Başûr li dijî gendeliyê rabû ser piyan. Li Seyîdsadiq di xwepêşandanan de welatiyê bi navê Herêm Elî jiyana xwe ji dest da bû û gelek kes jî birîndar bibûn.
Ciwanê bi navê Akar Cebar ê 23’ê salî jî di 8’ê Kanuna 2020’an de di encama êrişa hêzên polîsan de birîndar bibû. Pêr bi şev li nexweşxaneyek Silêmaniyê tevî hemû mûdaxeleyan jiyana xwe ji dest da.
Hêjayî gotinê ye di 3 Kanuna 2020’an de li Herêm Kurdistanê li dijî gendelî, rewşa xirab û nedana mûçe xelk daketibûn qadan û xwepêşandan heya 9’ê mehê dewam kiribûn. Di encama xwepêşandanan de 2 çekdarên asayîşê, 7 ciwanên xwepêşandêr û parêzvanek yê baregeha hizbên siyasî jî jiyana xwe ji dest dabû. Zêdetirî 100 kes jî birîndar bibûn.
ROJNEWS/SILÊMANÎ