Eskerên dewleta Tirk doh li Colemergê ciwanê Kurd ê 16 salî Ozcan Erbaş kuşt. Walîtiya dewleta dagirker a li Colemêrgê, der barê kuştina zarokê 16 salî Ozcan Erbaş de got, “leşkeran gule berî hewayê dane” bi vî awayî xwedî li eskerên xwe derket. 

Doh berêvarê leşkerên dagirker li gundê Berûh ê navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê gule li 3 zarokên ku çibûn seyranê û berhevkirina belotan reşandibûn. Di encama gulereşandina leşkeran de zarokê bi navê Ozcan Erbaş ê 16 salîhat kuştin. Walîtiya Colemêrgê, derbarê vê bûyerê de daxuyaniyek da û zarokên ku çibûn berhevkirina belotan weke “qaçaxçî” nîşan da. Her wiha Walîtiyê, îddîa kir ku leşkeran gule berî hewayê dane û bi vî awayî miriye.

MA/COLEMÊRG