Ciwanan Konseya Ewrûpayê protesto kir

Duşem 4 Nîsan 2022 - 22:30

  • Ciwanên Kurd ji bo Ocalan li ber avahiya Konseya Ewrûpayê di rojbûna Ocalan de çalakî li dar xist. 

Ciwanên Kurd ji bo Ocalan li ber avahiya Konseya Ewrûpayê di rojbûna Ocalan de çalakî li dar xist. 

Ciwanên Kurd doh saet 13:00’an ji bajarê Fransayê Strasbourgê kom bûbûn, li ber avahiya Konseya Ewrûpayê tecrîda giran a li dijî Ocalan protesto kir. Ciwanan posterên Ocalan û alên PKK’ê hildabûn. Ciwanan xwe bi hesinên li ber avahiyê ve jî zincîr kir. Wan li ser pankarta xwe jî wiha nivîsandibû: “Siyaseta qirêj a Yekîtiya Ewrûpa û dewleta faşîst a Tirk bisekinînin. Azadî ji bo Ocalan. Bijî serok Apo!” 

Ciwanan bêdengiya Konseya Ewrûpa û saziya wê ya pêşîgirtina li êşkencê CPT’ê protesto kir, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir.

Li vir ciwanan daxuyaniyek da û got, “Em 73’emîn salvegera rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Em bi Rêber Apo hene, wm ê bi wî re hebin. Rêber Apo 23 sal in bi awayekî sîstematîk tê tecrîdkirin. Ev esaret rewşeke welê ye li ser gelê Kurd tê sepandin. Çi dibe bila bibe, em ji rêya Rêber Apo ji bo me vekirî, venagerin. Em ê bi paradîgmaya Rêber Apo hebûna xwe bidomînin. Gelê Kurd serî li ber neheqiyê natewîne.”

STARSBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.