• Egîd Çiya û Pîro Çiya yên ji Amedê beşdarî nav refên gerîlayan bûne û li ser tevlîbûna xwe dipeyivin.

Dewleta Tirk û medya wê ji bo ciwanên Kurd tevlî nav refên gerîlayan nebin, her dek û dolabê digerînin, astengiyan li pêşiya wan çêdikin.
Egîd Çiya û Pîro Çiya yên ji Amedê beşdarî nav refên gerîlayan bûne.
Gerîla Egîd Çiya got: “Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst li ser ciwanên Kurd şerekî taybet dimeşîne û bi fihûş û narkotîkê nahêle ciwanên Kurd tevlî nav gerîlayan bibe, ev bersiva herî mezin e.
Wezîrê Karê Hundir ê dewleta Tirk ê faşîst Suleyman Soylû îddîa dikir ‘Kes tevlî nav refên gerîlayan nabin, hejmara gerîlayan kêm eʼ Ev hemû derew e.”
Gerîla Pîro Çiya jî got: Ji ber hesreta min a çiyayan min navê xwe kir Çiya. Ez bawer im di jiyana xwe de ez ê wekî çiyayan li hemberî dijmin bibim bersiv.
Dijmin her çiqas pêşiya tevlêbûna me girtibû jî, em li ser perspektîfa tevlêbûna profesyonel a heval Mûrat Karayilan kûr bûn û em gihiştin qadên azad, heval, war û çiyayên xwe. Ev me bextewar dike.”

ANF/AMED