- Ciwanên Kurd û înternasyonalîstan li gelek bajarên Ewrûpayê bi çalakiyên xwe tecrîdkirina Ocalan rûreş kir û doza azadiya wî kir. Ciwanan her wiha peyama xwedîderketina li berxwedana gerîla jî da û xwest her kes şemiyê li Strasbourgê be.
Li gelek bajarên Ewrûpayê ciwanên Kurd bi çalakiyan bal birin ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, wan xwest Ocalan azad bibe û li dijî êrişên dagirkeriyê jî gotin “Roj, roja xwedîderketina li berxwedana gerîla ye.” Ciwan li banliyoyên Parîsê, li Viyana û Marsîlyayê meşiyan. Li bajarê Swîsreyê Cenevreyê jî aktîvîstên çalakiya rûniştinê ya ji bo ayadkirina Ocalan, bang li xelkê kirin da ku 13’ê Mijdarê (sibe) li Strasbourgê beşdarî çalakiya bi heman doze bibin.
Li paytexta Fransayê Parîsê, li banlîyoya Evryê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hatin cem hev û li dijî tecrîdkirina Ocalan û dagirkeriya Tirk meşiyan.
Ciwan êvarê li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kom bûn, pankarta li ser nivîsandî ‘Ji Rêber Ocalan re azadî’ hildan û alên PKK’ê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirin. Ciwanan bang kir da ku xelk beşdarî çalakiya li Strasbourgê ya sibe bibe.
Ciwanan her wiha êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ligel bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê û komkujiya pêr a li Qamişloyê ya li dijî malbata Gulo jî rûreş kir.
Endamên TCŞ’ê bi gotina dirûşmên “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Ji Ocalan re Azadî” û “Erdoganê Kujer” çalakiya xwe bi dawî kir.
‘Azadiya Ocalan a me ye’
Li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê, endamên TCŞ’ê bi meşaleyan meşiyan û wan got, “Ciwan fedaiyên Apo ne”.
Diruşmeya çalakiya ciwanan “Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan azadiya me ye”. Ciwan bi meşaleyan meşiyan da u bêhtir balê bibin ser çalakiya xwe.
Ciwan nîvê şevê, li meydana ‘Belle de Mai’ civiyan û li dijî tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.
Ciwanan rahişt flamayên ji wêneyên Ocalan û pankarta li ser nivîsandî “Liberte pour Ocalan” (Azadî ji Ocalan re).
Piştî meşa qederê saetekê, ciwanan daxuyaniyek da û got, “Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, azadiya me ye. Li her derê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan em ê çalakiyên xwe dewam bikin.”
Mirovahî tê tecrîdkirin
Ciwanên Kurd li paytexta Awusturyayê Viyanayê, çalakiya îtaetnekirina sivîl kir û fikarên xwe yên li ser ewlehî û tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman.
Endamên TCŞ, Tevgera Jinên Têkoşer û ciwanên înternasyonalîst li meydana Wasserweltê civiyan û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ev çalakiya xwe kirin. Di dawiya çalakiya nîv saetê de, ciwanan daxuyaniyek da. Wan got, tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina tevahiya Kurdistanê û mirovahiyê ye. Wan bi bîr xist ku ev salek e ew nikarin agahiyê ji rêberê xwe bigirin.
Ciwanan fikarên xwe yên li ser rewşa tenduristî û ewlekariyê ya Ocalan anîn ziman û got, heta azadiya Rêberê xwe, ew ê berxwedana xwe mezin bikin.
Xwepêşandêran got, sibe li Strasbourgê bin
Xwepêşandêrên li ber NY’ê çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin, bang li xelkê kir da ku tevlî çalakiya ji bo azadaiya Ocalan a 13’ê Mijdarê ya li Strasboûrgê bibin.
Kurdistanî ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiya wî, ji 25’ê Kanûna par ve her Çarşem, li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenvreyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Çalakiya wan vê vê hefteyê jî dewam kir.
Wan vê hefteyê bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê jî rûreş kir. Ji bo vê wan kîs û kirasên spî li xwe kirin û maskeyên parastina ji kîmyabaranê danîn ber rûyê xwe. Wan rêz ji welatparêzên di komkujiya Qamişlo de şehîdbûyî û tevahiya şehîdên Kurdistanê jî bi bîr anîn.
Hevserokê Civaka Kurd a Demokratîk ya li Cenevreyê Salîh Saglam bang li Kurdistaniyan kir û got, “Em ê çalakiya xwe ya li hemberî bêdegniya NY’ê, heta encamê bigire bidomînin. Em ê bêdengiya NY’ê û dewletan a li hemberî dewleta Tirk qebûl nekîn. Em ê li her derê bi domdarî sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk teşhîr bikin, NY û dewletên ku bi bêdengiya xwe şirîktiya van sûcan dikin jî em ê teşhîr bikin.”
Saglam bang li xelkê û nexasim Kurdan kir da ku tevlî çalakiya 13’ê Mijdarê (sibe) bi daxwaza azadiya Rêber Ocalan bibin: “Divê wek Kurdistaniyên li Swîsreyê û dostên me, 13’ê Mijdarê bi hemû hêza xwe em li Strasboûrgê bin.”
Bi ruhê seferberiyê li Strasbourgê bin
Hevserokatiya KON-MED’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di salvegera 23’an a komploya navneteweyî de, dewletên mêtinger hewl didin komployê nû bikin û got, “Li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî tê ferzkirin. Bi rêya vê tecrîda li dijî mirovahiyê, hewl didin ku têkiliya kûr a gelê Kurd û Rêber Apo ji hev qut bikin. Êdî nepêkan e ku ev tecrîd bê qebûlkirin. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê êrişa li dijî daxwaza jiyana azad a gelan e. Sebra gelê me êdî nemaye ku bi sîstema Îmraliyê bijî. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, têkoşîna me wê bênavber dewam bike. Em bang li gelê xwe yê li Ewrûpayê û dostên xwe yên dijberê şer dikin, da ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li dijî dagirkerî û êrişên kîmyewî di 13’ê Mijdarê de (sibe) bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiya li Strasbourgê bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN