• 'Nobeta Azadiyê' ya bi destê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Fransayê Strasbourgê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiribû. 

'Nobeta Azadiyê' ya bi destê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Fransayê Strasbourgê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiribû. Nobet niha di hefteya 498'an de ye.

Çalakî her hefte bi komeke nû ya ji Kurd û dostên wan ên li Ewrûpayê tê meşandin. Nobetdarên vê hefteyê jî aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger in.

Koma nû ji Serhad Dogan, Firat Botan û Mehmet Yilmaz pêk tê.

Serhad Dogan li ser navê komê axivî û got, armanca wan li gel azadkirina Rêber Abdullah Ocalan teşhîrkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd e.

Serhad Dogan ragihand ku ew ê bêdengiya dewletên Ewrûpayê ya li hemberî vî sûcî qebûl nekin û bang li gelê Kurd ê li Ewrûpayê kir ku xwedî li çalakiyê derkeve.

Çalakiya li meydana saziyên Ewrûpayê ev 10 sal in bi biryardarî dewam dike, hefteyê heft rojan ji saet 07:30 heta 16:30'î nobet tê girtin.

Di dema çalakiya nobedê de broşurên bi zimanên cuda yên li ser jiyan û paradîgmaya Abdullah Ocalan, komploya navneteweyî û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê têne belavkirin û Ewrûpî têne agahdarkirin. 

STRASBOURG