Ciwan li Viyanayê meşiyan

Yekşem 27 Îlon 2020 - 17:00

  • Aktîvîstên TÊKO-JIN û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li paytexta Awûstûryayê Viyanê bi şiyara "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re! Bi hev re Serhildan" meşek li dar xistin.

Aktîvîstên TÊKO-JIN û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li paytexta Awûstûryayê Viyanê bi şiyara "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re! Bi hev re Serhildan" meşek li dar xistin.
Kurdistanî bi pêşengiya ciwanan li Karlsplatzê li hev kom bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistanê, bi navê TCŞ'ê axaftin hate kirin. Qiseker bal kişand ser êrişên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk, dagirkeriya li Kurdistanê û berxwedana li Heftenînê.
Girseya gel piştre meşiya û pankartên bi nivîsa "Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re Serhildan" û "Bes e ji qirkirin û dagirkeriyê re; azadî ji Rêber Apo re" hilda.
Meşvanan bi alên HDP'ê bal kişandin ser êrişên qirkirina siyasî û dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Faşîst Erdogan", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" qîriyan.
Endamên kom û rêxistinên çep û sosyalîst jî di nav de nêzî 250 kes tevlî meşê bûn.

VIYANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.