- Meşa ciwanan a 3 rojan, a ku di navbera banliyoyên Parîsê de, dest pê kir. Gelek ciwan beşdarî çalakiyê bûn.
Meşa ciwanan a 3 rojan, a ku di navbera banliyoyên Parîsê de, dest pê kir. Gelek ciwan beşdarî çalakiyê bûn. Aktîvîstan got, “Em hemû şervanên azadiyê ne, werin cenga azadiyê" bang li ciwanên Kurd kir da ku tevlî wan bibin. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) beriya vê meşê kongreya xwe ya 2ʼyan li Parîsê li darxistibû.
Aktîvîstên TCŞ û Jinen Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) gotin, “Em Hemû Şervanên Azadiyê ne, Werin Cenga Azadiyê” û dest bi meşa xwe ya heta 15ʼê Kanûnê ya li paytexta Fransayê Parîsê (sibe) kir. Sibehê zû, ciwan li Drancyê kom bûn. Ciwanan sloganên “TC ya Faşîst, Erdoganê Dîktator”, “Bijî Piştgiriya Navneteweyî”, “Azadî ji Ocalan re” gotin.
Eynî weke ku gul heşîn bibin
Xwendekara zanîngehê Emma ji Belçîkayê tevlî meşê dibe û dibêje, “Ne tenê ciwanên Kurdistanê, ez ecêbmayî dimînin, çawa ciwanên Ewrûpayî jî beramberî kelecaneke evçend dikarin bisekinin. Ez bi van mirovan re li Rojava jî meşiyam. Li ser rêyên Kurd di wan re dimeşin hemûyan, eynî weke ku gul heşîn bibin.”
Li ser navê komîteya amadekar a meşê, Zeynep Amara jî got, ji bo ku meşa sê rojan bigihîje armanca xwe lazim e xelkê Kurd ji deverên lê, destekê bide meşê û tevlî meşê bibe. Zeynep Amara got, ew ê vê meşê bikin yeke ji rêûresmê û plansaziya wan heye ku her sal li dar bixin.
Ciwan doh heta bi meydana Stalingradê meşiyan. Ew îro ji Meydana Nationalê ve wê ber bi Villeneuve Saint Geoegesê ve bimeşin. Sibe jî ciwan wê ji Villeneuve Saint Geoegesê ber bi Gringyê ve bimeşin.
PARÎS