- Ciwan û înternasyonalîst di roja 5ʼan a meşa dirêj de ne. Doh li ber fabrîkeya sîlehan Rheinmetallê bûn û xwestin Elmanya sîlehan nefiroşe Tirkiyê.
PERVÎN YERLÎKAYA
Ciwan û înternasyonalîst di roja 5ʼan a meşa dirêj de ne. Ji bo azadiya Rêber Apo dimeşin. Ciwan ji Hannoverê bi rê ketibûn û li ber fabrîkeya sîlehan a Elman Rheinmetallê çalakiyeke protestoyî pêkanîn û xwestin Elmanya sîlehfirotina xwe ya ji bo dewleta Tirk a dagirker rawestîne. Ciwanan di heman demê de şaxê Ewrûpa yê kampanya “Em dibêjin NA” ya li dijî şîddet û destavêtinê dan destpêkirin.
Li ber fabrîka sîlehan Rheinmetallê ciwanan axaftin kirin û xwestin Elmanya sîlehan nefiroşe dewleta Tirk. Ciwanan tim û tim sloganên “Bi hev re serhildan” û “Xwîn xwîn xwîn bi destê we ve ye” gotin.
Di beşê doh ê meşê de ciwanan kampanya “Em jî dibêjin NA” ya li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li dijî şîddet û destavêtinê hatiye destpêkirin, şaxê wê yê Ewrûpayê dan destpêkirin. Starta vê kampanyayê ji aliyê jinên beşdarî meşê bibûn hat ragihandin. Jinan got, em weke TEKO-JIN dengê xwe bilind dikin û dibêjin, ji destavêtin, kuştina jinan, talana xwezayê û dagirkirina Kurdistanê re NA dibêjin.
Beşdarên meşa dirêj doh ji Unterlüßê heta bi Lunebûrgê 20 kîlometir meşiyan. Ciwan îro di roja pêncan de dimeşin.