Li gelek deverên Ewrûpayê ciwan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daketin meydanan û gotin:’’Berpirsiyariya me ya dîrokî azadiya Rêber APO ye.’’
DUSSELDORF: Girseya ku li ber DGB Hausê li hev civiya, bi sirûda Çerxa Şoreşê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girt. Piştre ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin. Di rê de daxuyaniya bi zimanê Elmanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de CPT hat şermezarkirin û hate gotin: “CPT çima piştî serdana Îmraliyê xwe weke ku ji rewşa girtiyên Îmraliyê agahdar bûye nîşan da? Ev nêzîkatî careke din nîşan dide ku hemû dewlet ji bo pêşîgirtina şoreşa ku Kurdistan û Rêber Apo daye destpêkirin, çawa bi hev re tevdigerin. CPT neçar e ku têkîldarî vê serdanê daxuyaniyek bide.” Çalakî, li ber stasyona trenê ya navendî veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga têkoşîna çalak hat kirin.
ZURÎH: Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê jî bi pêşengiya ciwanan meşek hat lidarxistin. Meşa li Helvetîaplatzê hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê Hêvî Amedê daxuyanî da û got: “Berpirsyariya me ya bingehîn şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo û azadkirina wî ya fîzîkî ye. Endama TekoJIN’ê Yara Amîn jî daxuyaniya bi zimanê Elmanî xwend. Piştî daxuyaniyê ciwan tevî barana zêde jî ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Çalakî bi dirûşmeyan li Helvetîaplatzê bi dawî bû.
ARNHEM: Ciwanan li bajarê Arnhem ê Hollandayê jî çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. Ciwanan pankartên bi nivîsa “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û alên PKK’ê hilgirtin û bêyî navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di çalakiyê de bang li ciwanên Ewropayê hat kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin.”
PARÎS: Ciwan li paytexta Fransa Parîsê herikîn meydanan. Girseya ku li qada Republîque hatin ba hev, di bin barana zêde de ber bi qada Bastîllê ve meşiyan. Li vir mîtîngek hat lidarxistin û Hevserokên CDK-F Şahîn Polat û Xanê Akdogan bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku bi erka xwe rabin û gotin: “Tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan, bi ti awayî nayê qebûlkirin. Em dixwazin tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan ku mifreya çareserî û aştiyê ye, dawî bibe.” Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.
MARSÎLYA: Ciwanên Kurd li bajarê Marsîlyayê jî meşiyan. Meş ji qada Canebièrê ta bi qada Vieux Port dewam kir. Ciwanan li vir bi daxuyaniyekê bi bîrxist ku zêdeyê du salan e wan t agahî ji Rêber Abdullah Ocalan negirtine û raya giştî ya cîhanê ji ber bêdengiya wan şermezar kir. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku wê TCŞ û TekoJIN li lidarxistina çalakiyan j bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên xwe dewam bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN