• Di çarçoveya bangewaziya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz a ji bo seferberiya Heftanînê, heta niha 19 ciwanên ji Başûrê Kurdistanê xwe gihandine Heftanînê û tevlî Cenga Heftanînê bûne.

Di çarçoveya bangewaziya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz a ji bo seferberiya Heftanînê, heta niha 19 ciwanên ji Başûrê Kurdistanê xwe gihandine Heftanînê û tevlî Cenga Heftanînê bûne.
Roja 30’ê Hezîrana îsal li Binarê Qendîlê Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bombebaranên wê li dijî Heftanîn û xaka Başûr, bi dirûşmeya “Ji bo Kurdistaneke azad û yekgirtî faşîzm û dagirkeriyê birûxîne” pêngavek dabûn destpêkirin.
Asayîşa PDK’ê bi zext û astengiyan xwest rê li pêşiya ciwanan bigre, lê ciwanên ji Kerkûk, Silêmanî, Çemçemal, Germiyan, Raperîn û Şarezûrê guh neda astengiyan û heta niha 19 ji wan tevlî nav refên gerîla bûn. Koma dawî ya xwe gihand Heftanînê, 13’ê Tebaxê gihîşt.
Ji bilî Başûrê Kurdistanê, gelek ciwanên Kurd ji parçeyên din ên Kurdistanê jî tevli seferberiya Heftanînê dibin û ev seferberî dewam dibe.

BEHDÎNAN