Ciwan bi seferberî piştgiriyê didin gerîla
Şemî 15 Gulan 2021 - 02:55
Dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsanê ve êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê dike. Li gorî daxuyaniya HPG´ê, di vê êrişê de dewleta Tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anîne.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Sûrî ji bo piştgiriya pêngava Bazên Zagrosê ya hêzên gerîla ya li dijî êrişên faşîst ên dewleta Tirk, 11`ê Gulanê seferberiya giştî ragihand.
Têkildarî mijarê, endamê rêveberiya TCŞ´ê Hogir Elî got, “Ciwan bi seferberiyê, piştgiriya hêzên gerîla dikin ku berxwedaneke lehengane li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan didin.”
Elî diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi van êrişan, dixwaze qirkirina Kurdan bibe serî: “Dewleta Tirk gelek caran gefa qirkirinê li Kurdan xwar. Lê hemû komployên wê bi saya berxwedana gerîlayan li çiyayên Garê bi bin ketin.”
TCŞ wê 16`ê Gulanê meşeke dirêj a 3 rojî li dijî dagirkeriyê bide destpêkirin. Meş wê ji Qamişloyê dest pê dike û li nêzî deriyê sînor ê Sêmalkayê bi dawî bibe. Çalakî di heman demê de bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bi dawîkirina tecrîdê jî pêk tê.
QAMIŞLO