Civînên bi gel re pêwist in
Sêşem 8 Tîrmeh 2025 - 03:40
ROZA METÎNA / AMED
Hevseroka MEBYA-DER’ê Gûrbet Tekîn da zanîn ji bo civakek azad û demokratîk civînên bi gel re hem girîng û hem jî taybet in û wiha got:” Civakeke wekhev, xweseriya demokratîk gelekî girîng e. Her wiha gelekî girîng e ku di taxan de em pirsgirêkên xwe bikaribin bi xwe çareser bikin. Em mecbûrî kesî nebin û parastina xwe ya rewa bikin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Di vê çarçoveyê de gelek xebat û hevdîtin hatin kirin. Bi gel re civîn hatin lidarxistin û hîn jî dewam dike.
Hevseroka Komeleya Çandê, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) a Mêrdînê Gûrbet Tekîn civînên di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk ên bi gel re nirxand. Di heman demê de birayekî Gûrbet Tekîn û du zarokên wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Du zarokên wê hîn di têkoşîna azaiyê de li berxwe didin. Zarokekî wê jî di girtîgehê de ye. Gûrbet Tekîn da zanîn ji bo pêvajo bigihêje serî rêxistinbûyin gelekî girîng e û wiha got:” Çi dibe bila bibe divê em xwe bi rêxistin bikin. Ger em xwe birêxistin nekin em ê nikaribin tu çareseriyê bi dest bixin. Tiştê herî girîng ew e ku gava em diavêjin bi rêxistin be.”
Bangeke girîng û watedar e
Gûrbet Tekîn di destpêkê de bal bir ser girîngiya banga Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got:”Di 27’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev bangeke girîng û watedar e. Piştî vê bangê, barê me hîn giran bû. Ev barê tevahiya civakê ye. Gava em vî barî tenê li ser milê Serokatî bihêlin, nabe. Loma em bi hev re çiqasî hev xurt bikin, vî barî bigirin ser milê xwe wê demê dê destê Serokatî jî xurt bibe û azad bibe.”
Civînên bi gel re pêwist in
Gûrbet Tekîn da zanîn ji bo civakek azad û demokratîk civînên bi gel re hem girîng û hem jî taybet in. Gûrbet Tekîn wiha pê de çû:”Demokratîkbûna civakê hemû gelan di nava xwe de dihewîne. Ziman, ol, nîjad çi dibe bila bibe. Çi kurd çi ereb çi suryan çi laz çi çerkez. Civakeke wekhev, xweseriya demokratîk gelekî girîng e. Her wiha gelekî girîng e ku di taxan de em pirsgirêkên xwe bikaribin bi xwe çareser bikin. Em meclîsê xwe ava bikin û çareseriyê bi xwe re ava bikin. Em mecbûrî kesî nebin û parastina xwe ya rewa bikin. Ya girîng em bi hev re vê pêvajoyê bimeşînin. Loma li ser van esasan civînên bi gel re tên kirin gelekî taybet û girîng in. Ji bo civakek azad û demokratîk civînên bi gel re gelekî pêwist in.”
Em li gel guhdar dikin
Gûrbet Tekîn bi lêv kir ku ew bi şev û bi roj civînan bi gel re li dar dixin û li gel guhdarî dikin. Gûrbet Tekîn wiha dewam kir:”Em di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk de her roj civînan li taxan, li gundan li dar dixin. Bir roj û şev ferq nake. Em li nêrînên gel guhdarî dikin. Pirsan ji me dikin. Nokokiyên di mejiyê xwe de bi me re parve dikin. Daxwazên xwe jî bi me re parve dikin. Her wiha em perspektîfên Serokatî jî ji gel re dixwînin. Ji bo civakeke azad û serbixwe civînên bi gel re girîng in. Di vê çarçoveyê de em girîngiyê didin komînalbûnê jî. Serokatî dibêje, ‘kesekî ne komînal be nikare bibe hevalê min’. Divê em her tiştê xwe di vê çarçoveyê de parve bikin da ku em bikaribin pirsgirêkên hev jî çareser bikin. Ev bingeha civakeke demokratîk e jî. Ji bo gel serxwest bibe jî ev civîn girîng in. Serokatî di vî alî de jî gavên pêwist avêt.”
Çima dewlet gavê navêje ?
Gûrbet Tekîn bi lêv kir ku Gelê Kurd wê bi rêxistinbûyinê pêş bikeve û wiha got:”Wexta em civînan li dar dixin gel pirsa çima dewlet jî gavê navêje dike. Dibêjin me tiştên ketiye ser milê me kiriye lê dewlet çima di pratîkê de gavan navêje. Loma nakokî di serê gel de çêdibe. Dibêjin, ‘Gelo em wekî cara berê tên xapandin?’. Lê belê ew ê êdî nikaribin me bixapînin. Serokê me ji ber ku destê aştiyê bilind kiriye. Ev pêvajoya neçe serî jî em ê têkoşîna xwe û destkeftiyên xwe biparêzin. Bi saya Serokatî, têkoşîn û tevgera azadiyê me gelek destkeftî bi dest xistin. Gerek em jî li van destkeftiyên xwe xwedî derkevin. Divê em destkeftiyên xwe jî hîn zêde bikin. Çiqas dewlet gavê navêje jî baweriya me bi me û bi berxwedana me heye. Çi dibe bila bibe divê em xwe bi rêxistin bikin. Ger em xwe birêxistin nekin em ê nikaribin tu çareseriyê bi dest bixin. Tiştê herî girîng ew e ku gava em diavêjin bi rêxistin be. Heger em ne bi hev re bin û em her yek li gor xwe gavê biavêjin em ê têkevin nava şaşiyên mezin. Divê em li her qadê vêya esas bigirin. Jixwe yek ji armanca civînên me yên bi gel re pêşketina rêxistinbûyina me ye. Wexta em wiha bikin em ê wekî Gelê Kurd pir xurt bibin. Niha jî em xurt in û em ê hîn xurt bibin. Ev jî elbet bi xebat û yekîtiyê pêk tê.”
Divê rola jinan neyê jibîrkirin
Gûrbet Tekîn di heman demê de bal kişand ser rola jinan a di pêvejoyê de û wiha dewam kir:”Di vê pêvajoyê de divê em rola jinan a girîng ji bîr nekin. Jinan xwe pêş xistine û pêşengiya pêvajoyê dikin. Xwe di aliyê jineolojiyê de jî gelekî pêş xistine. Serokatî jî gelekî qîmet da jinan. Serokatî pir girîngiyê dide jin û ciwanan. Loma jî îro barê giran li ser milê jin û ciwanan e. Jixwe Serokatî dibêje, ‘Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikeve’. Berê jî jinan pêşengî dikir niha jî pêşengiyê dikin. Jixwe vê jiyana komînal jî jinan ji berê de heta niha pêş xistine. Lê keda jinan nedihat xuyakirin. Serokatî keda jinan jî derxist pêş. Berxwedana Rojava jî bi destên jinan pêş ket. Divê em vê mînakê jî li her derê bi pêşengiya jinan belav bikin.”
Divê polîtîkayên înkarê bi dawî bibin
Gûrbet Tekîn da zanîn divê di pêvajoya nû de polîtîkayên înkarê bi dawî bibe û wiha bi dawî kir:”Em naxwazin êdî xwîn bê rijandin. Gelek hêzên hegemonîk naxwazin ev şer biqede. Gelek kesên dibêjin çima çek tên danîn berjewendiyên xwe difikirin. Em hêvî dikin ew ê peyvên van kesan pûç derkeve. Ji ber înkarkirina hebûna me çek hat hilgirtin. Loma divê di vê pêvajoya nû de ev polîtîkayên înkarê bi dawî bibin. Divê ziman, çand, huner û hebûna me bê naskirin. Divê dawî li nexwestina xêrnexwazan bê. Jixwe Seroktî ji berê de aştiyê dixwaze. Loma divê em destê aştiyê yê Serokatî li hewa nehêlin. Bi vê aştiyê wê pêşiya me vebe.”