Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û YNKʼê re civiya.

Li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) didome. Di vê çarçoveyê de doh serdana Navenda Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ya li Silêmaniyê kir.

Di hevdîtinê de herdu aliyan qala rewşa Başûrê Kurdistanê, aloziya dema dawiyê û ji aliyê PDK’ê ve liv û tevgera leşkerî kirin. Herdu aliyan çareseriya bi riya diyalog û guftûgoyan destnîşan kirin.

Herdu alî li ser yekrêziya nava mala Kurd û ji bo parastina destkeftinên gelê Kurd û şikandina pîlanên dagirkeran lidarxistina kongreya neteweyî hemfikir bûn.

Heyeta KNKʼê piştî serdana Tevgera Azadî, bi rayedarên YNK'ê re hevdîtin kir.
KNK ji bo pêşî li hewldanên şerê navxweyî bigire û karên ji bo yekîtiya neteweyî bimeşîne, li Başûrê Kurdistanê serdanên xwe dewam dike. Heyeta KNK'ê piştî hevdîtina bi rayedarên Tevgera Azadî re serdana Navenda Buroya Siyasî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) a li Silêmaniyeyê kir.

Civîn li çapemeniyê girtî pêk hat û heta me nûçe amade dikir hê daxuyaniyek nehatibû dayîn. 

NAVENDA NÛÇEYAN