NÇM'ê tevî astengiyan hemûyan jî çalakiya xwe ya bi navê "Çîrokên Xorasanê" bi coşeke mezin li dar xist.
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), dê çalakiya xwe ya "Çîrokên Xorasanê" li Navenda Çandê ya Alî Emîrî Efendî li dar bixista, lê Qeymeqamtiya Fatîhê bê hincet çalakî qedexe kiribû. Piştî vê biryarê, NÇM'ê jî çalakiya xwe li avahiya xwe ya li Beyoglûyê li dar xist. Gelek kes tevlî çalakiya "Çîrokên Xorasanê” bûn. Nivîskar Ayhan Erkmen û hunermendê Rojhilatî Haşim Ferhadî derketin ser dikê.
Ji hunermendên NÇM'ê Talat Yeşîl di destpêka bernameyê de axivî. Yeşîl bal bire ser biryara qedexekirinê ya qeymeqatiyê û got, ew ê ti carî bi paş ve gavê neavêjin.
Piştî axaftinê, nivîskar Erkmen çîrokên Xorasanê gotin. Hunermend Ferhadî jî stranên çîrokan gotin.
MA/STENBOL