Çîroka Şahmaranê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Tîrmeh 2023 - 05:20

  • Serpêhatiya Şahmaranê li dibistaneke bajarê Elmanyayê Hamburgê hat nîşandan. Di dema performansa muzîkal de zarokên Efrîkî li ber Batmanê Batmanê reqisîn. Di dema bernameyê de têkoşîna jinan û ya ji bo mafê mirovan jî hat bibîranîn.

M. ZAHÎT EKÎNCÎ/HAMBURG

 

Şahmaran bi zarokan re çû dibsitaneke bi navê xwe gelekî xas. Şahmaran a ku weke performanseke drama hat sêwirandin, li dibistana Else Lowenstein şemiya bihurî hat nîşandan. Else Loweinstein jineke ciwan e ku sala 1941´ê Naziyan ew qetil kiribû. 

Else Lowenstein keça Julius û Martha bû, ji malbateke Cihû ya li Elmanyayê bû. Ew sala 1924´an hat dinê. Jiyana malbatê piştî hukmê Naziyan, bi reva ji rejîma Naziyan dewam dike. Ew direvin paytexta Belarûsê Miskê. Lê ev rêwîtiya wan bi komkujiyê bi dawî dibe. Else 17 salî sala 1941´ê bi destê Naziyan tê qetilkirin. Xwişka wê Margot tenê sax filitîbû. Ew jî sala 1957´an li Londonê li nexweşxaneyekê mir.

Ji bo bibîranîna Else Lowenstein, navê wê li semta Humboldt a Hamburgê li dibistaneke hat kirin. Dibistan sala perwerdeyê 2012-2013´yan hatibû vekirin. Di mufretdata vê dibistanê de “berpirsiyariya dîrokî” jî heye û bernameya wê bi giranî xwe disipêre mafê mirovan. Zarokên li vê dibsitanê her sal rojbûna Else jî pîroz dikin. 

Dîlan Stêrk li vê dibistanê weke perwerdekar kar dike. Li dibistanê 150 şargirt hene. Bi înîsiyatîfa Dîlan Stêrkê, di bernameya dawiya salê ya dibistanê de lîstika Şahmaranê jî cihê xwe girt. Lîstik di demeke kurt de bi xebateke zêde derkete holê û li hola konferansê ya dibistanê hat nîşandan. 

Pirraniya şagirtên li dibistanê, koçber û penaber in. Di dema nîşandana lîstikê de zarokên Efrîkî li ber strana “Batmanê Batmanê” reqisîn. 

 

Lîstik diyarî jinên qetilkirî hat kirin

Lîstik diyarî hemû jinan hat kirin ên ku ji serdema Şahmaranê heta roja me ya îro hatine qetilkirin. Lîstika muzîkal, bi şîara Jin jiyan azadî hat nîşandan. Di dema nîşandana lîstikê de jî gelek caran slogana Jin jiyan azadî hat gotin. Li ser dikê jî wêneyê Jîna Amînî hebû, ya ku hêzên rejîma Îranê ew Îlona par li Tehranê qetil kir. Cenazeyê Jîna Amînî li Seqiza Rojhilatê Kurdistanê hat veşartin û merawîma cenaze veguherî serhildanekê; û bi slogana Jin jiyan azadî li seranserê Îranê û heta dinyayê belav bû. 

  Di bernameyê de behsa jiyana Jîna Amînî hat kirin. Her wiha li ser jiyana jinên ku ji bo mafên mirovan û mafên jinan têdikoşin ên weke Eren Keskîn û jinên di têkoşînên li Efrîka, Brezîlya, Bolivya û welatên din de cihê xwe digirin, agahî hatin dayîn û wêneyên wan li ser ekrana li ser dikê hatin nîşandan. 

 

Serpêhatiya Şahmaranê dewam dike

Zarokan bi performansa xwe ya bêqisûr, lîstikeke muzîkal a xweşik a Şahmaranê nîşanî xelkê da. Kesên hazir, ew qasî ji performansê razî bûn ku şipê, demeke dirêj ji wan re li çepikan dan. 

Pedagog Leman Stehn di nava projeya Şahmaranê de dersa deng daye û di heman demê de di warê mafê mirovan de têdikoşe. Wê got, lîstika Şahmaranê di heman demê de beşek ji xurtkirina piştgiriya jinan e jî û wiha peyivî: “Heger mirovan hingê jî guh bidana dengê aqil û wicdanê xwe, ne Else Lowenstein û ne jî Jîna Amînî nedihatin kuştin. Serpêhatiya Şahmaranan îro jî di dest û dilê wan jinan de mezin dibe, ew jinên ku ji bo azadiyê li her warê jiyanê têdikoşin.”

 

 

Çîroka Şahmaranê

 

Li gorî gotinê, Şahmaran şaha maran e û li binê erdê dima. Serê bedena Şahmaranê jineke bedew e û nîşanan zanebûnê ye, jêra bedana wê mar e û bi jehr e. Kesekî bi navê Canşab heye û hevalên wî wî diavêjin bîrekê. Ji wir rêya Canşab bi welatê maran dikeve. Canşab û Şahmaran hez ji hev dikin. Lê ji ber ku demeke dirêj dûrî welatê xwe û mirovên xwe maye, dixwaze here ser rûyê erdê. Şahmaran dibêje, heger tu cihê me ji kesî re nebêjî, ez ê te bişînim. Canşab li welatê xwe vedigere. Lê hingê şahê welatê wî nexweş ketiye û wezîrê wî jî jê re gotiye, tenê goştê laşê şahmaran wê te rehet bike. 

Ew gava li cihê Şahmaranê digerin, Canşab digirin. Bi êşkenceyê dikin ku Canşab cihê Şahmaranê bibêje. Leşkerên şahî, Şahmaranê tînin qesrê. Şahmaran beriya ku bê serjêkirin, wezîr dixapîne. Li şûna aliyê zanebûnê, ew ava goştê aliyê jehrî bi wezîr dide vexwarin. Aliyê zanebûnê jî qaşo wê jehr be, lê didin Canşab. Şahê ku ji mirinê difilite, Canşab ji xwe re dike wezîr.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.