Şanoya No ya Japonan

Nûçeyên Çand/Huner

În 7 Tîrmeh 2023 - 05:07

  • Yek ji van rêûrsemên kevnar ên Japonyayê “Şanoya No” ye. Ew bi sê şêwazan tê lîstin û lîstikvanên şanoyê ekserî mêr in. Her wiha kostûm û rûpoşên şanoyê yên taybet jî hene. Nexasim jî rûpoşên taybet ên tenê ji bo Şanoya No tên çêkirin, hene û lîstikvan li ser dikê bi van rûpoşan karakterên cuda temsîl dikin.

Şanoya bi navê “Noh” yan jî “No” ji sedsala 14’an ve li Japonyayê tê îcrakirin. Weke rêûresmeke kevn a Japonan jî tê zanîn. Şanoya No weke “Şanoya Kabukî” yek ji cureyên şanoya Japonî ya herî girîng e. Jixwe Şanoya Kabukî jî parçeyekî Şanoya No tê hesibandin ku paşê bi şêwazên nû jê hatiye veqetandin. Şanoya No, di heman demê de weke performanseke hunerî ye jî. Lîstikvanên vê şanoyê, ekserî mêr in û ew bi rûpoşên taybet derdikevin ser dikê. Di Şanoya No ya Japonî de rûpoş pirr girîng in. Lîstikvan bêyî rûpoş di lîstikên Şanoya Noyê nalîzin. Ev cûreyê şonayê, di bin tesîra rûtûelên olî de maye. Nexasim jî babetên ola Bûdîzm û Şintoyê pirr bandora xwe li şanoyê kiriye. Babetên Şanoya Noyê, bêhtir dudiliyên exlaqî ne û her wiha bi jiyana piştî mirinê ve jî girêdayî ne. Ji xeynî van babetan, hin lîstikên Şanoya Noyê, xwe disipêrîn wêjeya devkî û nivîskî ya Japonî jî.

 

Sê şêwazên Şanoya No hene

Peyva “No” tê maneya behre yan jî afirîneriyê. Şanoya No, bêyî dans û muzîkê nayê îcrakirin. Her wiha sê şêwazên Şanoya No hene. Navê van şêwazan bi dorê ev in; Dengaku, Sarugaku û Bugaku. 

Şêwaza Dengaku: Ev şêwaz, bêhtir li perestgehan ji hêla gundiyan ve hatiye lîstin. Nexasim jî di palehiyê de weke ayîn û rîtûelan pêk hatiye anîn. 

Şêwaza Sarugaku: Komên profesyoneltir vê şêwazê îcra dikin. Di lîstikê de dansên bi lez, henek û tevgerên akrobasiyê hene. 

Şêwaza Bugaku: Ev şêwaz jî dansên bi rûpoş yên mahkemeyên Împaretoriya Japonî ye, bêhtir serbaz û leşkeran di Serdema Edo (Piştî Mîladê 1603 û 1868’an) de ev şêwaz îcra kiriye. Bi saya şogun ango generalên Japonî, ev şêwaz bêhtir hat naskirin û bêhtir di merasîmên fermî de hat lîstin.

 

Lîstikvan ekserî mêr in

Ji ber hişmendiya baviksalarî ya Budîzmê, di serdema Navîn de nehiştin ku jin bibin lîstikvanê şanoyê û derkevin ser dikê. Ji ber vê, lîstikvanên Şanoya No her tim mêr bûn. Van lîstikvanan bi rûpoşên cûr bi cûr xwe dişibandin jinan, şervanan, keşe û şeytanan. Yanî karekter hemû ji hêla kesekî ve bi riya rûpoşan dihatin temsîlkirin. Her wiha cilûbergên ku lîstikvanan li ser dikê li xwe dikirin jî pirr rewnaq bûn. Li gorî her babetê cilûbergên cuda hebûn û lîstikvan bi kostûmên xweşik lîstikên xwe dilîstin. Kostûmên wan jî bêhtir ji rengê zer û sor bûn û gelek caran jî ev kostûm weke rengê zêran dihatin sêwirandin. Qumaşên ku ji bo kostûman bi kar dianîn jî hevrîşm bû û li ser dikê dibiriqîn. Van cilûbergên hanê, bandoreke mezin li ser modayê jî kir. Nexasim jî arîstokratên Japonî tim dixwestin ji van cilûbergên biriqandî li xwe bikin û ev cilûberg weke nîşaneyeke dewlemendiyê bûn.

Rûpoş sinhetê hostekaran bûn

Rûpoşên ku ji bo Şanoya Noyê tên çêkirin jî bi serê xwe berhemên hunerî ne. Sinehetkarên vî karî yên taybet hene. Ji bo rûpoşekî çêkin bi rojan darên serwê yên Japonî traş dikin ta ku digihîjin kakilê darê û ji vî kakilê darê rûpoşekî xweşik derdixin holê. Nakamura Mitsue jî yek ji wan sinehetkarên afirîner yê rûpoşan e. Ew sala 1983’an fêrî çêkirina rûpoşan bûye û niha sinehetkareke serxwere ye. Bi belgefilmeke piçûk pêvajoya çêkirina rûpoşên Şanoya Noyê nîşanî xelkê dide. Ew bi dîmenan qonax bi qonax çêkirina rûpoşan nîşan dide. Dar çawa tê birrîn û traş kirin ango bi her hêla xwe, ew çêkirina rûpoşekî Şanoya Noyê dide zanîn. Her wiha ew ji bo vî karî alavên weke birrek û tevşo bi kar tîne. Li gel van alavan, çend alavên wê yên taybet jî hene ku ew bi wan karê xwe dibe serî. 

 

Boyaxkirina rûpoşan rêresmeke kevn e

Piştî ku ew hinekê dixebite hino hino çav, poz, lêv û zeniya rûpoşî derdikevin holê. Heta ku darê li ber destê Nakamura Mitsue bibe rûpoşekî hilû wextek divê. Lê ji ber ku ew sinehetkara bi salan e, di dawiyê de rûpoşên bê qisûr çêdike. Herî dawî jî ev rûpoşan boyax dike. Bi qasî çêkirina rûpoş, helbet boyaxkirin jî girîng e. Ew bi toza dirc û sedefan û zemqa birincê, cîlayên taybet çêdike û beriya rûpoş boyax bike bi van cîlayan rûpoşên xwe xweşiktir dike. Piştî cîlayê, ew dest bi boyaxkirina rûpoşan dike. Di boyaxkirinê de jî tişta herî muhim boyaxkirina diranên rûpoşan e. Ji lewma, ev rûresmeke kevn a Japonî ye û ji serdema Heian maye. Navê vê rêûresma kevn “ohaguro” ye. 

Şanoya No her çiqas piştî pandemiyê kêm bûbe jî hîna jî bi awayekî modern dewam dike. Sinehetkarên weke Nakamura Mitsue jî rûpoşên xweşik û taybet çêdikin ji bo Şanoya Noyê. Ji ber ku di şanoyê de gelek rûpoş tên bikaranîn pêdiviya rûpoşan ti carî naqede û di her lîstikekê de pêdivî bi rûpoşên cihê heye.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.