Çîroka Hilberînê; Diyarbekir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 20 Nîsan 2021 - 08:08

Hafizeya Diyarbekir bi hevkariya Anadolu Kulturê, bi navê, “Çîroka Hilberînê; Xaçerê, Bereket û Siyaset” derbarê hilberînerî û bazirganiyê de pêşangeheke online lidar dixe. Bi vê pêşangehê ew ê hewl bidin ku ciyên dîrokî yên Diyarbekir bidin naskirin û girîngbûna wan raxin ber çavan.

Di peşangehê de dê rol û peywîra ciyên wek Sûka Zahire, Xana Borsa, Xana Hesen Paşa û Sûka Genim a di dîrokê de bê nîşandan û di ser van re xwendin û nîqaşên hilberînerî û bazirganiyê wê pêk werin. Daxuyaniya pêşangehê ji hêla dîroknas Ugur Bayraktar ve hatiye nivîsîn û edîtoriya wê jî Pinar Ogunç dike. 

Di nivîsa pêşangehê de tê diyarkirin ku dîroka Diyarbekirê ji hêla hilberînerî û bazirganiyê ve dîrokeke xurt e û ji bo mijara pêşangehê jî mijareke guncaw e. Di daxuyaniyê de tê gotin, “Diyarbekir, ji berê ve xwedî axeke bi bereket e û bi hilberîneriya xwe tê naskirin. Erdnîgarî, demsal û hewa wê hiştiye ku gelek tişt li vê axê çêbin. Her wiha ji bo bazirganiyê jî ji berê ve wek navend hatiye dîtin. Piştî ku tevlî axa Osmaniyan bûye wek deriyekî stratejîk yê gumrikê peywîr dîtiye û ev yek girînbûna wê zêdetir dike. Ji ber wê, li gel şer û pêvçûnên li ser vê axê qewimîne, divê em polîtikayên aboriyê yên ku gel mehkûm kirine û siyaseta neolîberalîzmê ya li vê xakê bi pêş ketiye jî biaxivin û encamên wê nîqaş bikin.” 

Di daxwiyaniyê de tê gotin, “Di salên pêşî yên Komara Tirkiyê de li ser Kurdan polîtîkayên koçberiya bi darê zorê û asîmîlasyonê hatin meşandin. Ji ber van sedeman erdnîgariya Kurdan ji hêla aboriyê ve qels ma û bi pêş neket. Piştî salên 1930’yî girêdayî polîtikayên bicihkirina koçberên ne Kurd, ev pirsgirêk girantir bû. Bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re rewşa hilberînerî, civakî û aboriyê bêhtir xera bû û pirsgirêkên din derxistin holê. Li gorî dane û raporên Balyozxaneya Brîtanya ya Diyarbekirê di sala 1890’î de Diyarbekir herêmeke pirr hilberîner bûye û ji 1 milyon sterlînê zêdetir vê hilberîneriya xwe îxrac dikir ango dişand derveyî bajêr. Lê ber bi salên 1930’yî ve êdî ev herêm tenê dikaribû têra xwe bike û rewşa hilberîneriyê pirr xera bû.” 

Kesên bixwazin, dikarin pêşangehê ji lînka li jêr bişopînin;

https://diyarbakirhafizasi.org

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.