- Afat” ku ji çîrok û xebroşkên Serhedê pêk tê çap kir. Pirtûk ji 192 rûpelan pêk tê. Berhevkarê pirtûkê Necîb Mansiz e.
Weşanên Wardozê ku zêdetir bi xebatên xwe yên folklorê tê zanîn û tekane weşanxaneya ku tenê pirtûkên bi Kurdî çap dike, pirtûkeke nû ya bi navê “Afat” ku ji çîrok û xebroşkên Serhedê pêk tê çap kir. Pirtûk ji 192 rûpelan pêk tê. Berhevkarê pirtûkê Necîb Mansiz e.
Weşanên Wardozê pirtûka bi navê “Afat” wiha dide nasîn; “Serhed, yek ji cihên kana folklora kurdan e. Di vê pirtûkê da sêzdeh çîrok û xebroşkên herêma Serhedê hene. Afat, Kixso, Danhêk, hin ji wan in ku bi naverok û zimanê xwe balê dikişînin. Ji bo têgihîştinê, peyvên kêmnas û bîyanî, biwêj û qalib di têbînîyan da hatine pênasekirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN