‘Çîrok bîrdanka gelan e’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 10 Hezîran 2024 - 00:10

Yekîtiya Nivîskarên Kurd yên Sûriyeyê, di bin dirûşmeya “Çîrok bîrdanka gelan e” 9’emîn Mihrîcana Çîroka Kurdî ya 9’an ku 5 rojan wê dewam bike lidarxist. Dê mihrîcan li parka xwendinê bi xwendina 35 çîrokên Kurdî temam bibe.  Mihrîcan bi tevlîbûna nivîskarên Kurd, Rêveberiya Xweser û bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên cangoriyên azadiyê destpêkir.

Di destpêkê de Hevseroka Desteya Çandê, Firyal Çolî derbarê Mihrîcanê de axivî û got: “Piştî Şoreşa Rojava gelek derfetên curbecur ji jinan re hat afirandin ku di her qadan de cihê xwe girtin û bûn xwedî îrade. Di roja me ya îro de, em dibînim ku jinên nivîskar bi pênûsa xwe hest, êş û azarên gelê xwe ji cîhanê re didin diyarkirin. Em vê mihrîcanê li tavahî jinên nivîskarên Kurd pîroz dikin.”

Piştre çîrok ji aliyê nivîskar Vejîna Kurda bi navê Pelîn û Nivîskar û çîroka bi navê Pisîka çav du rengî jî ji aliyê Lojîn El-Hesen hat xwendin. Paşê Hunermend Ferec Derwîş çend stran gotin.

Mihrîcan di roja yekemîn bi xwendina çîrokan bi dawî bû. Mihrîcana ku 8’ê Hezîranê dest pê kir ew ê di 12 Hezîranê de bi dawî bibe.

NÛJINHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.