Cîranê min Totoro li gundan bû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Cotmeh 2022 - 05:35

  • Ronî Bulut endamê Kolektîfa Sînemayê ya Yeni Sahne ye. Ew dibêje, ew bi riya projeya “Perdeya spî li meydanên gundan” çûne 15 gundên Êlihê û li meydanên van gundan, filmên bi Kurdî dublajkirî, nîşan dane.

MASÎS HESKÎF/BATMAN

 

Li Êlihê bi alîkariya Kolektîfa sînemayê ya Yeni Sahne û Komeleya Çand û Hunerê ya Batmanê (BART) projeyeke sînemayê ya bi navê ”Perdeya spî li meydanên gundan” bi rêve çû. Di çarçoveya vê projeyê de li 15 gundên Êlihê ji bo zarokan film hatin nîşandan. 

Projeya ku di 1’ê Îlonê de dest pê kir di 17’ê Cotmehê de bi dawî bû.

Ronî Bulut ku endamê Kolektîfa Sînemayê ya Yeni Sahne ye, got, ew bi rêya vê projeyê çûne 15 gundan û li meydanên van gundan filmên dubklaja wan bi Kurdî, nîşan dane. Filmên nîşan dane jî nexasim xêzefilm bûne. Tenê film nîşan nedane, wan her wiha bi rêya palyaçoyan kêfa zarokan jî aniye û hewl daye ku ev proje bi her awayî bi rengekî kurdewer pêk were. 

Ronî Bulut derbarê projeyê de got; “Mafê her kesî heye ku bi zimanê dayikê tevlî çalakiyên çandî û hunerî bibe. Heta ji me tê em bingehê vê yekê hazir dikin. Ji vê projeya me jî gelek hate hat hezkirin û me tevî malbat û zarokan, li meydanên gundan li filman temaşe kir.”