‘Çinîna Dojehê’ li ser dikê bû

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 23:41

  • Festîvala şanoyê ya “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” bi nîşandana şanoyên nû dewam dike. 

Festîvala şanoyê ya “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” bi nîşandana şanoyên nû dewam dike. 

Piştî şanoya "Memê Ewan" ku endamên Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê di roja yekê ya mihrîcanê de pêşkêş kirin, û endamên Navenda Çand û Hunerê ya Reqa şanoya "Girtîgeha Bavê min" di roja duyê de pêşkêş kir, şanoya "Çinîna Dojehê" hat nîşandan.

Navaroka şanoya "Çinîna Dojehê" wiha ye; hevjîna nobetdarê goristanê serdana gora wî dike, da ku azarên piştî tinebûna wî jê re bibêje, piştre gelek mirî ji goran derdikevin ku azarên wê parve bikin. Her wiha hevjîna nobetdar li ser êş û azara şêniyên welat diaxive.

Di hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner de dika şanoyê bi dekora gorên ku jê mirî rabûne, hat xemilandin. Bi wê re mirî li hember bêhna çekê disekinin û ruh diaxivin û bi wê hîma jiyanê dişikînin.

Çalakiyên mihrîcanê heta 27’ê Mijdarê bi pêşkêşkirina şanoyên komên hunerî dewam dikin. Şanoya bi navê “Çîna Tasa Serî” jî, ji hêla endamên Navenda Çand û Huner a Tebqayê ve were pêşkêşkirin.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.