Rewşenbîr Laleş Îsmaîl Heybet bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku ruxsetê bide Ronahî TV da ku karibe xebata xwe li Başûr bike, ji ber ku ew nûnertiya rastiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî dike.
Rêveberiya Ronahî TV peyameke fermî ji aliyê pêwendîdar ên hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê re ji Mijdara 2020`an ve şandiye da ku karibe nivîsgeha xwe li Başûrê Kurdistanê veke, lê Asayîşa Hewlerê heta niha erê nekiriye.
Endamê Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo Laleş Îsmaîl Heybet got: “Hûn ên ku behsa kurdiyatiyê dikin û bang dikin ku ji bo paşeroja gelê kurd dixebitin, divê hûn kiryarên bi vî awayî bisekinînin û azadiyê bidin çapemeniyê."
Laleş Îsmaîl der barê ruxsetkirina televizyonên alîgirên dewleta Tirk ku li Başûrê Kurdistanê dixebitin tevî ku herêmên Kurdistanê topbaran dike û dijminahiya kurdan dike pirs kir û got: "Televizyonên girêdayî dewleta Tirk ji hêla aliyên ewlehiya Hewlêrê ve hatine ruxsetkirin çima? Gelo ji ber hûn ji dewleta Tirk ditirsin, di bin sîwana wan de dixebitin û dixwazin wê razî bikin?"
Girêdayî azadiya çapemeniyê bi taybet piştî vekirina gelek nivîsgeh û televizyonên girêdayî hikûmeta Başûrê Kurdistanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Laleş Îsmaîl Heybet ev şirove kir: “Partiyên siyasî hemû ku nûnertiya hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê dikin û televizyonên wan bi azadî li Rojava dixebitin. Berovajî vê yekê rayedarên li Hewlêrê naxwazin bi rêya Ronahî TV dengê gelê Rojava bigihê Başûr û Bakurê Kurdistanê."
ANHA/QAMIŞLO