Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji bo Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyanî da û got “Em soza xwe ya rojnamegeriya ji bo berxwedêran dubare dikin.”
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji bo Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyenek nivîskî weşand û got: "Ji nav 180 welatan, di warê azadiya çapemeniyê de Tirkî di rêza 153’an de ye û ev tişt ne cihê pesndanê ye. Îro gelek hevalên me li girtîgehan in, ên li qadê jî yan tên binçavkirin an doz li wan tê vekirin û an jî dema nûçeyê dişopînin li wan tê xistin.
Li gorî rapora Cemiyeta Rojnamevanan, di meha Nîsanê de 48 rojnamevan tên darizandin û ji bo wan 485 sal cezayê zindanîkirinê tê xwestin.
Li Tirkiyeyê 90 rojnamegerên muxalif, Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li girtîgehan pêşwazî dikin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1993'yan de ji bo ku balê bikişîne ser hişmendiya çapemeniyeke azad 3'yê Gulanê wekî Roja Azadiya Çapemeniyê îlan kir.
NAVENDA NÛÇEYAN