- Dewleta Tirk di êrişên xwe yên dagirkeriyê de daristan talan kirin. Niha leşkerên wê talanên gundiyan ji mal û milkên wan jî radikin. Ecêba mezin jî ew e ku PDK dixwaze zirarên dewleta Tirk çêdike, tezmîn bike.
Li Başurê Kurdistanê, artêşa Tirk bi leşker, çete û cerdevanên xwe pêşî dar birrîn, gund bombe kirin, piştre gundê valabûyî talan kirin. PDK´ê jî ji bo nerazîbûna xelkê kêm bike, komîteyên tezmînê ava kirin. Mirov bivênevê dipirse, ev komîsyon ji kê re ne? PDK çima komîsyona tezmînê ava dike? Sedema zirarê wê çawa bê diyarkirin, gelo wê ti daw û doz li dewleta Tirk bê kirin?
Artêşa Tirk ji 23’yê Nîsanê ve li dijî Başûrê Kurdistanê dagirkeriya xwe berfereh dike. Li heremên Metîna, Zê û Avaşînê dagirkerî li dijî berxwedana gerîlayên Kurdistanê dewam dike. Li cihê dagirkeriyê leşkerên dagirker daran dibirrin û wan didizin, dibin Tirkiyeyê. Ji xeynî vê derket holê ku li malên ji ber bombebarana Tirkiyeyê hatine valakirin jî dizî û talanê dest pê kiriye. Yanî dagirkerek çi bike, dewleta Tirk a dagirker wê dike. Ecêba mezin jî ew e ku niha PDK´ê komîsyonek ji bo tezmînkirin û qerebûkirina zirar û ziyana gundiyan ava kiriye.
Artêşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk dest bi talankirina malên welatiyên Başûrê Kurdistanê kir. Di dîmenên li ser medya civakî de tê dîtin ku ji ber bombebaranê zirar li hin malan bûye û hin tiştên malan belav bûne. Welatiyên ku çûn malên xwe dibêjin, tevahiya tiştên wan hatine belavkirin û dagirkeran zirar li tiştên wan kiriye.
Dîfaa Herkî yê rojnamevan jî li ser hesabê xwe yê twîtterê dîmenek parve kir û ragihand ku li malan dizî hatiye kirin. Yanî dagirker hem daristanên Kurdistanê û hem jî malên welatiyên wê talan dikin.
Dewleta Tirk talan dike
Çapemeniya Başûrê Kurdistanê ji pêr ve belav dike ku rayedarên li Dihokê komîteyek ava kirine da ku tezmînatê bidin gundiyan. Ev komîte helbet ya PDK´ê ye. Li gorî heman çavkaniyan, komîteya pêşî li Kanî Masî hatiye avakirin û tê de nûnerên şaredariyê, saziyên daristanan û çandiniyê, parastina sivîl cih digirin. Yek ji endamên vê komîteyê Ebdulezîz Mihemed Tahir e, ew serokê saziya çandiniyê ya Kanî Masiyê ye jî.
Li van deveran tevahiya rayedaran, PDK´yî ne. Li gorî nûçeyan, kesên mexdûr divê miracaetî komîsyonê bikin. Komîsyon jî wê bi du kesan zirarê tesbît bike. Li gorî Tahir, heta niha li 8 gundan zirar bûye û wan ji Kêste dest bi xebatên komîsyonê kiriye.
Di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de li aliyekî ji ber bombebaranê zirar li xanî, gundik, sewal û erdên çandiniyê bû, li aliyê din jî leşkerên dagirker bi qest daristan yan şewitandin yan birrîn û dizîn, û bi vê jî zerareke mezin da hawîrdorê.
Sefîrê Tirk gotibû hûn bê minet in
Cihgirê Berdevkê Palamena Iraqê Beşîr Hedad duşema bihurî sefîrê Tirk ê Iraqê Ali Riza Guney vexwendibû û jê pirsa birrîn û dizîna daran kiribû. Li gorî nûçeyan, sefîr hingê gotiye, wan ew erdên ku li wan daristanan dibirrin, berê kirrîne. Yanî wan ev erd ji PDK´ê kirrrîne. Niha haya gelek aliyan ji vê çêbû. Ji ber ku birrîn û dizîna daran ji sûcên di dema şer de ye, pêr serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî hişyar kir. Fraksiyona Gorranê ya li Parlamena Iraqê jî pêr bang li Hikûmeta Hewlêrê, ya Bexdayê û aliyên peywendîdar kir da ku giliyê dewleta Tirk li cem Desteya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bikin ji ber sûcên di dema şer de.
Ji bo gunehê xwe veşêre
Axir niha êdî mirov dikare fêm bike ka çima PDK komîsyona tezmînkirinê ava kiriye. Ji bo ku nerazîbûna mirlet zêde nebe, xelk yekcar ji ber ku erdên Kurdistanê firotine hêzeke dagirker, li ber wê ranebe, niha bixwe xwe dide ber dayîna zirar û ziyanên dewleta Tirk li mal û milkên welatiyên Başûrê Kurdistanê dike. Ji ber wê jî ne biaqilan e ku mirov ji PDK´ê hêvî bike, ew ti daw û dozê ji dewleta Tirk a dagirker bike.
NAVENDA NÛÇEYAN