Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Kurdistanê Cemîl Hewramî, diyar kir ku ew wek pêşmergeyên dêrîn dixwazin di nava aliyên Kurdî de yekrêzî pêkbînin. Her wiha da zanîn, ger li dijî dagirkeriyê yekgirtina Kurdan pêk neyê wê destkeftên heyî ji dest herin. Hewramî got, divê ji hikûmetê were pirsîn, çima xaka Kurdistanê tê dagirkirin û tu bêdeng dimînî ?

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn Cemîl Hewramî behsa giringiya yekrêziya aliyên Kurdî kir û got: “Ger yekrêzî nebe, wê nikaribin mafên xwe bi destxin, wê ne pêşmerge, ne parlemento ne jî hikûmet nemîne. Her yasayek were derxistin û kar pê neyê kirin, wê ne tenê mafê pêşmergeyan were binpêkirin, belku wê pêşmerge bi xwe jî nemînin.”

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn îşaret bi bêdengiya hikûmeta Herêmê ya li beramberî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûr jî kir û got: “Li dervey Kurdistanê nerazîbûneke mezin li dijî êrişên dewleta Tirk heye, li ber seferatxaneyên Tirk ên li Ewropayê çalakî û nerazîbûn tên nîşandan. Li parlementoyên welatên Ewropî nerazîbûn heye. Ji bona wê divê ev pirs ji Hikûmeta Herêmê werin kirin, çima 70 baregehên dijmin û dagirkeran li ser xaka Kurdistanê hene, tu bêdengî? Çima darên Herêmê tên birîn tu bêdengî? Çima welatiyên Herêmê tên girtin û şehîd kirin, bêdengî? Ev tiştek ecêbe, divê jê were pirsîn.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ