Çima hişbir belav dibe!  

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 25 Tîrmeh 2022 - 17:34

Berdevkê Asayîşa Germiyanê Osman Ebdulkerîm ragihand ku wan di nava 6 mehan de 65 kes ji ber bikaranîna madeyên hişber, kirine nezaretê.
Osman Ebdulkerîm derbarê kesên di nezaretê de ji ber bikaranîn û bazirganiya madeyên hişber ên li herêma Germiyan a ser bi Silêmaniyê de, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Osman Ebdulkerîm destpêkê got, di nava 6 mehên pêşî yên sala 2022’yan de hêzên wan li Germiyanê 65 kes ji ber bikaranîn û bazirganiya bi madeyên hişber kiriye nezaretê

Di beşeke din a axaftina xwe de Osman Ebdulkerîm dibêje; “Ji wan kesên di nezaretê de 24 xelkê herêmên Iraq û Herêma Kurdistanê ne, kesên din jî biyanî ne.”

Osman Ebdulkerîm neda zanîn ka ew biyarî kî ne? Kurd in yan xelkekî din in. Wî her wiha li ser desema belavbûna bikaranîn madeyên hişbir û narkotîkê li navçeyê jî agahî nedan.

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.