Gerîla Azad ê ku ji Başûrê Kurdistanê tevlî nav refên gerîlayan bûye diyar kir ku gelê Başûr cara pêşîn e li hemberî dagirkeran evqasî bêdeng e û got “Divê dewleta Tirk ji ser vê axê were derxistin. Gerîla Azad Hewlêrî bang li gelê Başûr kir ku ji vê dagikeriyê re bêje 'Êdî bes e'.
Gerîla Azad wiha peyivî "Îro li ser axa Kurdistanê tevgereke dagirkeriyê heye. Ev ne tenê li dijî gerîla tê kirin, di heman demê de li dijî nirxên Kurdan hemûyan tê kirin. An jî ne tenê li dijî partiyeke Kurd e, di heman demê de li ser tevahî partiyên Kurdan ev êriş tê kirin. Bi taybetî êrişên li ser Heftenînê bandoreke giran li gelê me kir. Ji ber ku ev êriş li dijî tevahî gelên Kurdistanî bû. Pêwîst e ku em ji hikumeta başûr vê bipirsin; ‘Çi karê îstixbarat, qereqol, tank û topên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê hene? Çima ewqasî navendên Tirk hene? Gelê me ê welatparêz demên bihurî kampanya bi navê 'Em dewleta Tirk li ser axa xwe naxwazin’ 500 hezar îmze kom kiribû. Ev îmza pêşkêşî parlamentê hatibû kirin. Parlamentê jî biryar girtibû ku dewleta Tirk ji vê axê derxîne. Çima ev biryar pêk nayê? Gelê Başûrê Kurdistanê pêwîst e her tim di nava çalakiyan de be û dewleta Tirk ji vê axê biavêje. Çawa ku sala 91'ê gel rabû serhildanê û têkoşiya îro jî bi heman hişyariyê pêwîst e têbikoşe.
NAVENDA NÛÇEYAN