‘Çima ev sê sal in eşkere nakin?’

Pêncşem 15 Nîsan 2021 - 03:01

Malbata Şenyaşar ji bo edalet pêk bê nobeta xwe ya li ber edliyeya Rihayê dewam dike.  

Wekîlê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul doh çû serdana malbata Şenyaşar li cihê çalakiyê. Mahmut Togrul got, ew destekê didin daxwaza dadê ya malbata Şenyaşar. 

Nobeta edaeletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyaya Rihayê ev 38 roj in didome. Doh roja ewil a rojiya Remezanê bû. Dê û law Şenyaşar, li pêşiya Edliyaya Rihayê fitirîn. Doh jî wekîlê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrul û Rêxistina Bajêr a Dîlokê ya HDP’ê û ya DBP’ê çûn serdana malbatê.

Emîne Şenyaşar di dema serdanê de axivî û got, ‘’Çima ceza nadin wan kesên ku em kuştin, çima dîmenên nexweşxanê dernaxînin? Ez vê neheqiyê hewaleyî Xwedê dikim.’’

Perîhan Yuzguldu jî ku birayên wê û bavê wê hatin kuştin, got, ‘’Her tiştî vedişêrin, çima ev sê sal in eşkere nakin? Birayên min hatine kuştin, birayê min ê ku hatî girtin, heke sûcê wî hebe, bila werin du birayên min jî bigirin. Birayê min û bavê min bi hovîtî hatin kuştin. Em edaletê dixwazin.’’

Wekîlê HDP’ê yê Dîlokê Togrul jî got, ‘’Hovîtî kirin du dosya. Li nexweşxanê ji hêla xizmên wekîl Halîl Ibrahîm Yildiz ve li gel ku li ber çavê amirên milkî komkujî hate kirin jî dozgeriyê heta niha yek dosya venekiriye. Di qeydên nexweşxanê de her tişt heye. Dozger li gel ku got, ‘’23 kes hatine tesbîtkirin’’ jî doz nayê vekirin. Ev ne dad e, ev hiqûqa xurtan e. Hêza xwe bi kar tînin û nahêlin dozeke têkilî nexweşxanê were vekirin. Hiqûqa xurtan nahêle ku dadmendî pêk were.’’

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.