- Li Rêveberiya asayîşa giştî ya Hewlêrê êşkence li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî tê kirin.
Rêveberiya asayîşa giştî ya Hewlêrê destûr nade ku hevjîna Rojnamevan Şêrwan Şêrwanî wî bibîne. Parêzerê Şêrwanî jî got, “Rewşa Şêrwanî di hepsê de xirab e û êşkencê lê dikin. Îfadeya wî xelet hatiye ragihandin û daxwaz dike îfadeya wî ji nû de were girtin.”
Hêzeke çekdar 7’ê Cotmeha îsal bi ser mala Rojnamevan Şêrwan Şêrwanî ya li Hewlêrê de girt û Şêrwanî revand. Piştî revandinê, heta 20 rojan ti agahiyek li ser çarenûsa wî nebû. Lê piştre eşkere bû ku di hepsa asayîşa giştî ya Hewlêrê de tê ragirtin. Ji wê demê ve tenê carekê destûr hatiye dayîn parêzer serdana wî bike.
Parêzerê Şêrwan Şêrwanî, Mihemed Ebdullah, têkildarî rewşa Şêrwanî ji me re got, “Piştî ku li hepsê min serdana Şêrwan kir, me li rewşa hev pirsî, wî ji min re got, ew di rewşeke ne baş de ye, ew li hucreya yek kesî tê ragirtin û êşkencê lê dikin.”
Parêzer Mihemed Ebdullah da zanîn ku Şêrwan ji wî re gotiye; “Destpêkê dema ku di hepsa Dihokê de bûm, min bi Kurdî îfadeya xwe nivîsî bû. Lê piştre di hepsa li Hewlêrê de min îfadeya xwe bi Erebî nivîsî, piştre îfadeya min xelet hat ragihandin. Ez daxwaz dikim ku bi amadebûna parêzerê xwe îfadeya min were girtin.”
Mihemed Ebdullah diyar kir ku pêr hevjîna Şêrwan Şêrwanî xwestiye serdana Şêrwan bike, lê destûr nehatiye dayîn.
ROJNEWS/HEWLÊR