Berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan a Ronahî TV Zîwer Şêxo xwest hikumeta Başûrê Kurdistanê diyar bike ka çima ruxseta xebatê li Başûrê Kurdistanê nade Ronahî TVʼyê. Her wiha bang li rojnamevanan kir ku piştgiriya kanalê bikin û bibin dengê Ronahî TVʼyê.
Ji destpêka Cotmeha 2020`an ve kanala Ronahî ku navenda şirketa wê li paytexta Siwêdê Stockholmê ye, bi awayekî fermî û li gorî qanûnê daxwaznameyek ji aliyên pêwendîdar ên hikumeta Başûrê Kurdistanê re pêşkêş kir. Berpirsên kanalê ji bo hêsankirina karên xwe li Başûrê Kurdistanê, bi rêya daxwaznameyê xwestin ku navendeke xwe li Hewlêrê vekin. Lê rayedarên hêzên ewlehiyê yên li Hewlêrê heta niha daxwaza kanalê erê nekirine.
Têkildarî paşguhkirina hikumeta Başûrê Kurdistanê daxwazanameya vekirina navendeke Ronahî TV li Başûrê Kurdistanê de berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan a Ronahî TV Zîwer Şêxo got: “Ronahî TV girîngî dide mijarên girêdayî her çar parçeyên Kurdistanê. Her wiha roleke pêşeng di şoreşa Rojava de lîst û bi dengê şoreşê tê naskirin.”
Şêxo bi bîr dixe ku hukûmeta Iraqê daxwaznameya wan erê kiriye, lê hukûmeta herêma Kurdistanê xwe nade ber vê yekê û da zanîn ku nivîsgehên wan li Misr, Lubnan û dewletên Ewrûpayê hene. Şêxo bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku bi rihê berpirsyariyê tev bigere û bersiva daxwaza wan di zûtirîn dem de bide. Şêxo bang li sendîkaya rojnamegeriyê ya Başûr û tevahî rojnamegeran kir ku helwesta xwe li hember bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê bidin.
ANHA/QAMIŞLO