Cihê tecrîd û zilmê: Tîpa S
Duşem 7 Tebax 2023 - 00:02
- Niha li Manavgat, Kavak, Bodrûm, Antalya, Îdir û Kirşehîrê 6 girtîgehên Tîpa S hene û li van girtîgehan 3 hezar û 312 kes hene û ji van zêdetirî hezarî girtiyên siyasî ne. Şîmal Denîz bi nameyeke behsa şert û mercên Tîpa S kir.
Piştî girtîgehên bi tîpa F ên dewleta Tirk, girtiyên siyasî li girtîgehên bi tîpa S û Y têne tecrîdkirin, êşkence li wan têne kirin û mafên wan têne desteserkirin. Girtîgehên bi tîpa S ku ji girtîgehên tîpa F xerabtir e, bûne cihê êşkence û desteserkirina mafên girtiyên siyasî. Di sala 2021’an de li Tirkiyeyê pêşî sê girtîgehên tîpa S hatin vekirin. Ji 1’ê Îlona 2022’yan vir ve hejmara girtîgehên Tîpa S derket 6’an. Niha li Manavgat, Kavak, Bodrûm, Antalya, Îdir û Kirşehîrê 6 girtîgehên Tîpa S hene û li van girtîgehan 3 hezar û 312 kes hene û ji van zêdetirî hezarî girtiyên siyasî ne.
Di navbera girtîgehên Tîpa F ku ji hucreyên yekkesî û sê kesî pêk tên û girtîgehên Tîpa S de du cudahiyên girîng hene. Girtîgehên Tîpa S ji hucreyên yek û sê kesî pêk tên. Hejmara hucreyên yekkesî yên li van girtîgehan ji yên hucreyên 3 kesî zêdetir e. Li girtîgehên tîpa F berovajî vê yekê ye. Cudahiya din jî ew e ku li qata jêrîn a hucreyên sê kesî yên girtîgehên Tîpa S kamera hene. Li qata jêrîn a van hucreyan serşok û tuwalet heye û dîtina kamerayan a vê qadê wekî ferq û pirsgirêkek mezin li ber me radiweste.
Herî dawî Şîmal Denîz ku li girtîgeha Tîpa S a Manavgatê tê girtin, bi nameyeke behsa şert û mercên hepsê kir.
Girtiyê siyasî Şîmal Denîz ku li Girtîgeha bi tîpa S a Manavgatê tê girtin nameyek ji parêzerên xwe re nivîsî û qal kir ka çawa zext li girtiyan tê kirin.
Berê kamerayê bi temamî li beşa banyo-tiwaletê ye
Şîmal Denîz ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re nivîsî û tê de ragihand ku li girtîgehên bi tîpa S'yê li hucreyên 3 kesan berê kameraya qatê jêrê li ser banyo û tiwaletê ye, dema ku deriyê tiwaletê hinekî vedibe, hundirê wê bi temamî tê dîtin.
Denîz di nameyê de got, "Berê kamerayê li temamiya qatê jêr e. Dema ku deriyê tiwaletê vedibe bi temamî tê dîtin. Yanî berê kamerayê bi temamî li beşa banyo-tiwaletê ye. Têkildarî vê yekê serî li Wezareta Edaletê û Dadgeha Destûra Bingehîn hate dayin. Wezareta Edaletê bersiva neyînî da, bersiv ji Dadgeha Destûra Bingehîn hîn nehatiye. Niha jî em ê serî li TÎHEK'ê bidin."
Pênûsa bi rengê reş jî nahêlin bikeve hucreyê
Denîz diyar kir ku bersiv ji gelek daxwazên wan re nayê dayin û bi vî rengî qala rewşê kir: "Bi dîtina me ev der ji bo xebitandina mirovan çêkirine. Li gorî tişta ku em ji parêzerekî xwe hîn bûne, ev der û tîpên Y ji bo bikaranîna mirovan hatine amadekirin. Ji bo daxwazeke me ya herî bingehîn jî dibêjin 'Dema atolye hate vekirin, em ê li wir destûra bikaranînê bidin'. Ji bo çi tiştî vê dibêjîn, mînak ji bo pênûsa bi rengê reş (tenê pênûsa bi rengê şîn difiroşin), bant, kaxiza bi reng, pênûsên boyaxkirinê, pênûsên bi reng."
'Mehkûmên xetere'
Denîz ragihand ku ew weke 'mehkûmên xetere' têne dîtin, lewma malzemeyên paqijiyê jî ji wan re nayê dayin û got, ji bilî demên diyarkirî malzemeyên paqijiyê jî li derveyî derî têne hiştin.
Denîz anî ziman ku di dema hevdîtina li gel hev de jî nikarin li gel malbatên xwe rûnên, nikarin pirtûkên ku dixwazin werbigirin, kota pirtûkan li wan tê ferzkirin û îtirazên wan ên li hemberî vê yekê jî bê bersiv têne hiştin.
Denîz got, "Bi kurtasî me dixin statuya 'mehkûmên xetere' û mafên me desteser dikin. Lê belê em girtiyên siyasî ne û statuya mehkûmên xetere ku êrîşa li ser rûmeta me ye, qebûl nakin."
NAVENDA NÛÇEYAN