Cihê jidayikbûna rojê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 21 Tebax 2022 - 22:06

  • Perestgeha li Girê Miradan a li Xirabreşkê hema hema 12 hezar salan kevin e.

Perestgeha li Girê Miradan a li Xirabreşkê hema hema 12 hezar salan kevin e. Herrrrik! Çiqasî kevin e, ne wisa! Na nexêr, “avahiyên” ji keviran ên 75 hezar salî yên li Efrîkaya Başûr, xwedê dizane 6, 7 caran ji perestgeha li Girê Miradan kevintir e. Lê helbet şûna wê nikarin bigirin: Ew ne perestgehên kompleks in, lê bêhtir muhtemel e ku şêwazê herî kevin ê tê zanîn ê salnameyekê bin. Ji wan re ji xwe Salnameya Adem jî tê gotin. Hin kes jî îdîa dikin ku ew avahiyên herî kevin ên bi destê mirovan in. 

Ev “avahiyên” hanê li herêma Mpumalanga ya Efrîkaya Başûr in. Ya herî kevin û liser xwe mayî ya van “avahiyan” weke xelek yan jî hevêrkekê ye -hemû xelek in- û çapa wê qederê 30 metreyî ye. Hinek îdîa dikin ku ji 75 salan jî kevintir in. Di nava vê xelekê de hat tesbîtkirin ku gelek rêzbûnên stêrkan rast hatine bicihkirin.

Tevî ku gelekî kevin e jî, ji ber weke salname bi kêr tê, weke yekane mekanê megalîtîk (ji kevirêîn mezin çêkirî) ê salnameyî yê herî zêde li ser xwe mayî yê dinyayê tê qebûlkirin. 

100 hezar xelekên ji keviran 

Li Efrîkaya Başûr bi hezaran xirbeyên van xelekên megalîtîk hene. Li gorî texmînan hejmara wan bêhtirî 100 hezarî ye. Mirov dikare wan ji dîmenên GoogleEarthê jî bibîne. Hin ji van xelkean bi temamî girtîne, hinên din weke deriyan, hin dev û dirbên wan hene. Ev xirbeyên xelekan dişibin xirbeyên gundikên kevnar ên çandiniyê.

Salnameya Adem jî ji van ya herî navdar e. 

Bêhtirî 75 hezar salan

Rûspiyên Efrîkaya Başûr ji wan re dibêjin “Inzalo y’Langa” yanî  “Cihê jidayikbûna rojê”. 

Herçî Salnameya Adem e, kevir û zinarên wê ji bo şopandina tevgerên rojê hatiye çêkirin û îro jî weke salname bikêr e. Kevirên wê hemû ji kevirên hestem (dolomît) in û ji cihekî dûr anîne cihê salnameyê. 

Kevnariya wê ya 75 hezar salan tê minaqeşekirin. Hinek dibêjin, xetên hatine danîn 11 hezar û 500 salîne (weke Rodney Hale´s), lê hinek jî dibêjin, ji ber ku dewra 26 hezar salan a stêrkên kembera Orionê dîtine, ew herî kêm 75 hezar salî ne. Heta ji bo pîvaneke biqasî ya wê rast, li gorî hinan divê çavdêriyeke 160 hezar salan bê kirin. 

Lê esas hesabê bi erozyona kevirên hestem ya herî maqûl xuya dike û ew jî îşaret bi bêhtirî 75 hezar salan dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.