Cihê êşkenceyê girtîgehên PDK’ê

Çarşem 28 Sibat 2024 - 00:47

KESER BULDAN / ARAT ARAM

Endamê berê yê Parastinê ya PDK’ê Şêrwan Seîd Yusuf Hecî ji ANF'ê re êşkenceya ku 11,5 sal li girtîgehên PDK'ê dîtiye, tiştên ku PDK û Parastinê kirine, gendelî û çawa PDK'ê endamên DAÎŞ'ê di berdêla pereyan de berdan û radestî Tirkiyeyê hatin kirin, vegot. Hecî, diyar kir ku ew ji gundê Siyarê yê herêma Sersingê ya Dihokê ye û ji eşîra Berwarî ne. Hecî, da zanîn ku hê jî bavê wî Seîd Simbêl berpirsê asayîşa Nîhat Barzanî birayê serokê PDK Mesûd Barzanî ye:“Di sala 1991’an de dema ku serhildana gel li dijî rejîma Saddam Hûseyîn destpê kir, wê demê em derbasî herêma Selahattîn bûn. Heta niha jî malbata me li wir dimîne. Di heman salê de ez bûm pêşmerge û min 6 sal pêşmergetî kir.” Hecî, anî ziman ku piştre ew derbasî nava Parastinê bû û got ku ew 8 salan li wir xebitiye. Di sala 2005’an de ji nav Parastinê veqetiyaye û di sala 2007’an de ew li Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin:"Piraniya mirovên ku digirin, wan bi sîxuriyê sûcdar dikin, an bi alîkarî dayîna PKK'ê yan jî weke endamên YNK'ê nîşan dide. Di nîvê şevê de li Hewlêrê min girtin. Piştre min birin cihê Parastin, ku li Mesîfê bû. Kurê Mesûd Barzanî, Veysî Barzanî hat û tûrik xist serê min. Piştre min birin cihekî du qatî. Ew li qata jêr diman. Qata jorîn jî weke cihê êşkenceyê bi kar dianîn. Bi qasî 2 meh û 8 rojan li girtîgeha li Mesîfê êşkence li min kirin. Piştî 2 mehan çavê min girêdan û min birin cihekî din. Li cihê ku min birinê Veysî Barzanî, birayê Mesûd Barzanî Sîdad Barzanî, Nezat Halî Dolamerî, Berewan Barzanî kurê Zubeyîr Barzanî û berpirsyarê Asayîşa Giştî Misto Samet hebûn û min lêpirsîn dikirin. Gefa eger ez nebêjim wê destdirêjî li hevsera min bikin dixwarin. 6 salan jî ez li Girtîgeha Spîlkê hatim ragirtin. Girtîgeha Spîk cihekî gelek xirab û tirsnak bû. Goştê mirovan dixistin ber pensê. Navbera nenûkên mirovan derzî dikirin. Bi êşkenceyên bi vî rengî bi dehan mirov qetil kirin û wekî ku xwekuştine ragihandin. Qaşo mirovên ji rêxistinên mafên mirovan dihatin hebûn, ew jî bi wan ve girêdayî bûn." Hecî da zanîn ku piştî ew ketiye rojiya mirinê ew berdane û sirgunî Tirkiyê kirine. Piştre bi hin rêyên veşartî careke din vegeriyaye Başûr.

Bi bertîlê çeteyên DAIŞ’ê berdan

Hecî diyar kir ku DAÎŞ’î li vir bi pereya tên berdan û got:“Bi standina pere gelek DAÎŞ’î berdan. Endamekî DAÎŞ’ê piştî 18 mehan girtî ma, bi dayîna 30 hezar dolar hate berdan. Dîsa endamekî DAÎŞ’ê yê ku ji bo êrîşkirina Hewlêrê hatibû, piştî 13 mehan girtî ma, bi 50 hezar dolarê hate berdan. Her wiha rêveberekî payebilind ê DAÎŞ’ê li girtîgeha ku ez lê bûm, dima. Piştî 16 mehan bi 40 hezar dolarê hate berdan. Wî DAÎŞ’iyî bi xwe ji min re got. Bi sedan mînakên bi vî rengî hene. Asayîş bûye navendeke nelirêtiyê.” Hecî bal bire ser bûyera rojnamevan Serdeşt Osman ku sala 2010’an hate qetilkirin û got:“Osman ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hate qetilkirin. Rojnamevan Serdeşt Osman ji ber ku di nivîseke xwe de malbata Barzanî û PDK rexne kiribû, hat revandin û qetilkirin. Ji ber kuştina wî kesek girtin. Lê em pir baş dizanin ku Mesrûr Barzanî ew kuşt. Malbata Osman jî vê yekê dizane. Bi vî rengî bi dehan kes qetil kirin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.