Cîhanê hêza teorîk û pratîk dît
Şemî 19 Tîrmeh 2025 - 08:25
Piştî peyama bidîmen ya Abdullah Ocalan a di 9'ê Tîrmehê de, di 11'ê Tîrmehê de, "Koma Aştî û Civaka Demokratîk" a ji 30 kesan pêkhatî, bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, li herêma Şikefta Casenê ya Silêmaniyê, çekên xwe bi merasîmekê îmha kir. Di nav kesên ku çekên xwe îmha kirin de Xebat Penaber (Huseyîn Nas) û Mehdî Akîf (Tacdîn Işik) jî hebûn. Huseyîn Nas ê ji Sêrtê, di sala 2014'an de tevlî PKK'ê bûye û Mehdî Akîf jî ji gundê Çarçelan ê navçeya Payîzava ya Wanê di sala 1994'an de tevlî nava refên PKK'ê bûye. Dayika 90 salî ya Mehtî Işik, Kûmrû Işik, anî ziman ku ji ber ku di merasîmê de kurê xwe dîtiye kêfxweş bûye. Işik destnîşan kir ku ev cara yekem e ku ew piştî gelek salan wî dibîne û got:"Dema ku min kurê xwe dît ez pir kêfxweş û bi heyecan bûm. Ez bi wî pir serbilind bûm. Em hêvî dikin ku ev pêvajo bi rêkûpêk berdewam bike û ji bo hemû mirovan pêşerojek geş û serfiraz peyda bike. Tenê daxwaza min ew e ku hemû zarok tavilê bigihên dayikên xwe. Em pir kêfxweş bûn ku piştî 26 salan me dîmenê birêz Abdullah Ocalan dît. Em hêvî dikin ku ev bangên birêz Abdullah Ocalan dê serkeftî bin. Mîna her kesî, em jî aştiyê dixwazin û em bawer dikin ku ew ê çêbibe. Ji bo ku ev çêbibe, divê pêşî azadiya birêz Ocalan were misogerkirin. Ger ev pêk were, em ê baweriya xwe bi tevahî bi pêvajoyê bînin. Hemû duayên min ji bo vê yekê ne. Kurê min li dijî zilma dewletê tevlî PKK'ê bû. Ez dixwazim ev neheqî hemû bi vê pêvajoyê bi dawî bibin." Kûmrû Işikê ku got ku ew hemû gerîlayan wekî zarokên xwe dibîne û got:"Ew hemû zarokên min in. Ger ez careke din bigihêm kurê xwe, ez dixwazim bi wî re li ser hemû tiştên xweş biaxivim. Mînak, ez dixwazim ku ew ji min re behsa serpêhatiyên xwe, hevalên xwe û jiyana xwe ya li wir bike."
Gotinên dayîka şehîd bibandor bû
Mehmet Can Nas, birayê mezin ê Huseyin Nas jî, behsa hestên xwe yên dema ku birayê xwe dîtine lê peyda bûne kir. Nas anî ziman ku dema ku merasîmê temaşe dikir, dayika gerîlayekî ku di şer de şehîd bûye jê re gotiye:"Xwezî zarokê min van rojan bidîta û dîsa serê xwe daniya erdê." Nas anî ziman ku van gotinan bandoreke mezin li wî kirine û got: "Em li hevalên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane û malbatên ku zarokên xwe ji bo vê dozê winda kirine fikirîn. Bê guman, hebûna hezkiriyekî mirov di merasîmê de hestek cuda ye. Lê ji ber berdêlên hatine dayin, em nikarin hezkirina xwe bidin der." Nas, şewitandina çekan ji aliyê PKK'ê ve wekî "gaveke niyeta baş" bi nav kir û got:"Bi merasîmê re, tevahiya cîhanê dît ku Abdullah Ocalan ji bo aştiyê, hem ji hêla teorîk ve û hem jî ji hêla pratîkî ve amade ye. Em baweriya xwe bi zanîn, ezmûn teorî û pratîka Abdullah Ocalan tînin. Hemû gelê me li pişta wî ye. Gelê kurd û PKK heya dawiyê girêdayî wî ne. Li aliyê kurdan tu pirsgirêk tune, lê ji ber nebûna gavên aliyê tirk, fikarên gel hene. Bi kêmanî divê gaveke li meclisê bê avêtin, girtiyên nexweş bên berdan, girtiyên siyasî bên berdan û ji bo mafê hêviyê gav bên avêtin."
MA/SÊRT-WAN